ew jîne çi jînêke ke meḧkûmî beşer bê

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  611 Dîtin
ew jîne çi jînêke ke meḧkûmî beşer bê
ew nane çi nanêke be tezbîḧ û be geř bê
her kes ke nebê çawleberî merdum û ḧuř bê
şîrîne eger şał û ferencîşî leber bê
kuř ew keseye ta wekû axir nefesî dê
nanêk û jyanêkî be şan û be huner bê
ferqî em û ew çendeye lay ehlî be wîjdan
şêxî çilekêş û kuřî kasb le sefer bê
kełkî çîye bo dînim û dinyam û jyanim
řîşêkî zil û mêzerî sewzîşî leser bê
her mirdine ba bimkujin û bes le meraqa
piř dax û xefet axrî bê sûd û semer bê
mehtûke lelay min ewî jînî be geřane
ewladî ’elî ya le newey zatî ’umer bê
em qewme gelêkî wekû ser bare le serman
binçîne eger wabû xwa jêr û zeber bê
wa’îz meke men’im diłekem piř le cexare
naheq nîye ger qametekem çeşnî fener bê
em jîne ke wa basî ekem ẍaye û fikirim
saxêke wekû ḧeyte ledes meyterî bed bê
ew laşe ke bîmar û kiz û zerd û ze’îfe
dermanî nîye lazme mîkirobî beder bê
muftîNasnava edebî demî xot bigre qisey wa meke besye
baweř meke ew new’e be şî’ir û qise teř bê