ewî xwêndim le ’îlmî zû serapa dersî mirdin bû

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  956 Dîtin
ewî xwêndim le ’îlmî zû serapa dersî mirdin bû
ḧedîqe û menzerey xoşim hemû kołan û qujbin bû
be ẍeyrî deqne û řatû nekewte destî min karê
xorakî çewr û şîrînim ziřat û gał û herzin bû
ebînim qewmekeyşim, kamî nêr û lêder û kuř bû
le paşa jêrdesey xełqî û kiz û gerdinkeçî jin bû
eger hełkewtibê ferdê le kurda xawenî des bê
ewîş naḧez be qewm û axrî talan û kuştin bû
le sed ek daxekem nemdî ke carê bête ber çawim
le dinyada ewî fikir û umêd û arezûy min bû
nezanî xoşe çunkû, bê meraq û bê xem û derde
ewî danaye wek ney wa be carê cergî kunkun bû
deway derdî diłit muftîNasnava edebî heta axirnefes nabê
tereqqî qewmî ẍerbî sin’et û teḧsîlî xwêndin bû