daxekem řojî heweł nemzanî řêgey weḧşyan

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  837 Dîtin
daxekem řojî heweł nemzanî řêgey weḧşyan
bigirim û lêy la nedem dêwane bim şêt û nezan
hênde weḧiş û serserî bûm hewłî zanistim eda
nem’ezanî lêm ebête derd û nasorî giran
şerte ta mawim lemew la bîrî zanistî nekem
hênde ker bim bêne seyrim deste deste pîr û cwan
çû le destim ga û ker bim gêreker bim bareber
bê meraq û bê xefet bim çiş le kembergî û le nan
xoştire hêşta le sed xorakî xoşî piř xefet
mêzer û tezbîḧ û keşkoł û def û swał û geřan
çûyte şarî kwêrewe destit leser çaw dabnê
to be çawsaẍî lenaw qewmêkî wa natbê jyan
tałe jînit zehre xorakit nemanit çatre
ger wekû xełkî nesûřêy toş legeł çerx û zeman
min le řêgay xizmeta çîm des kewt ba pêt biłêm
naḧezin yekser be min derwêş û ḧemmał û sepan
řêkupêk nabê heta sed sał nebê qewmê eger
xwêndin û ’îlmî nebê tuccar û şwan û aşewan
wa le sayey cerdekanî bê sîlaḧî miftexor
---- ---- ---- ---Teksta ne aşkira
’îlim û zanistî be ceyşî ce bêTeksta ne aşkira danêm ke ew
bîfroşê her be pare aw û xakî nîştiman
ey weten ba pêkewe bigrîn û quř pêwîn be cût
herdû bê qedrîn le sayey şêx û aẍa û mîr û xan
to bebê diłsoz û min bê kes ebê çon serkewîn
ba lejêr pêda binałîn bê pena û bê piştîwan
seyrî xełkî ken be ’îlim û sin’et û xwêndin hemû
çûne ser erzî hewa cewlan eken bo asman
kurdî bêçare û nezanîş her be sîḧrî tê ega
řadyo û teyyare û awazî sindûq û qewan
muftîNasnava edebî xo kuştin le řêy qewmî --Teksta ne aşkira takû be key?
hênde sûtawî le qehra pêt nema hêz û tekan