şarî hełebce emřo xoşḧał û bextyare

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  477 Dîtin
şarî hełebceCih emřo xoşḧał û bextyare
feqîr û dewłemendî bê derd û bê cexare
qaym meqamî taze ye’nî řeşîd efendîNava taybet
wîjdan û řeḧim û lutfî piř şewq û şu’ledare
řeşîd û merd û bêbak xenîmî eşqyaye
bebê tema’ û bertîl bawkî kiz û hejare
newek hełebceCih her xoy dêhat û naḧyeşî
bê derd û xem becarê xerîkî îş û kare
derdê nebû deway bê dadê nebû řeway bê
karê nebû ke bikirê bê řon û ferş û pare
nek min biłêm betenya ’alem hemûy ezanê
asarî ew le her la me’lûm û aşkare
wextê ke emrî neqłî bo bê le her wiłatê
ew qewme pakî mat û peşêw û giryebare
xakî ewî leser bê seyran û şewq û zewqe
beheştî serzemîn û hawînî wek behare
muftîNasnava edebî qise û beyanî ser pakî bê řyaye
şî’rî hemûy le jînda te’rîx û yadgare