şarî hełebce emřo xoşḧał û bextyare
From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
1 minutes
654 views
şarî hełebceLocation emřo xoşḧał û bextyare
feqîr û dewłemendî bê derd û bê cexare
qaym meqamî taze ye’nî řeşîd efendîNamed-Entity
wîjdan û řeḧim û lutfî piř şewq û şu’ledare
řeşîd û merd û bêbak xenîmî eşqyaye
bebê tema’ û bertîl bawkî kiz û hejare
newek hełebceLocation her xoy dêhat û naḧyeşî
bê derd û xem becarê xerîkî îş û kare
derdê nebû deway bê dadê nebû řeway bê
karê nebû ke bikirê bê řon û ferş û pare
nek min biłêm betenya ’alem hemûy ezanê
asarî ew le her la me’lûm û aşkare
wextê ke emrî neqłî bo bê le her wiłatê
ew qewme pakî mat û peşêw û giryebare
xakî ewî leser bê seyran û şewq û zewqe
beheştî serzemîn û hawînî wek behare
muftîPen name qise û beyanî ser pakî bê řyaye
şî’rî hemûy le jînda te’rîx û yadgare