ḧesretî dûrî fîraqit xom dexom diłxiwazme

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  355 Dîtin
ḧesretî dûrî fîraqit xom dexom diłxiwazme
sewtî bulbul wa le ḧesret neẍme û awazme
’udî xusrew camî cemşîd ceyşî eskender temam
pakî bo xoşî le keyf û xendeyî gułnazme
cengî hîtler ceyşî yaban hełmetî turk û feřeng
her beşî ḧemleyêke bo min wek mujey serbazme
mułkî êran û feřeng û mîsir û řomim bo çîye
min ke kuştey zułfî çîn û çawekey piř nazme
çî bikem çarim le dest çû sebrî eyûbKesm nîye
bo nemamî qedî şoxt wek teyr perwazme
be’zê caran řû le xoşî û keyf û bezmî şoxekem
be’zê caran wa le biřye bo leyl her gazme
tacî keyka camîcemşîdKes bîrî eflatûnKes le jîn
ẍîret û çengî ferîdûn ’ud û çeng û sazme
her be mindałî ke samîNasnava edebît wa be ’aşiq xwênduwe
kêwî hîcirit takû mirdin řêge û hewrazme