ẍem bixom bo dił ke řoyî kewte çoł û şaxekan
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
528 Dîtin
ẍem bixom bo dił ke řoyî kewte çoł û şaxekan
ya esef bo xunçe kêşim bûyte ax bo bulbulan
ya lebo mecnûnî şeyda kewte jêr xak ax le dił
wa têgeyî leyle mirdin pêşkeşî kird řuḧ û gyan
ḧesretî ferhad řořokanî bêstun û qułeng
ka xuserew û badgêř û kanî teyrî ser çiłan
mem le zîndanî cudayî ew le yadî dûrî zîn
pêy lenaw zînî ecel nawa lebo nebî xudan
min lemewla çî bikem ger nebme hawřêgey fîraq
ulfetim nałêne êsta ke aşnayî mîḧnetan
nawî ’îşqe hate mil min hî řeqîbî seg sîfet
hîç nîye ẍeyrî xerabî û barî lome û le’netan
ateşî ’îşqîzulîxaKes bû be samîNasnava edebî yusfî
çawekanî nêrgizînî çû le dax û ḧesretan