lew ḧusne emin musteḧqî lutif û zekatim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  330 Dîtin
lew ḧusne emin musteḧqî lutif û zekatim
herçende ke dûrim be dił û dîde lelatim
kes nîye wek min xedem û sertîpî ẍemî to
ta keynê lenaw gêj û lenaw beḧrî bełatim
fermûte biłên bêtewe ba bîkujî cellad
lebbeyke biłên ḧazre wa pêy biłê hatim
be ateşî to germe eşk pêy bişo meytim
bidru be daway perçemî ta kifnî xełatim
bem wesyete bimnêje be xot xwêndinî telqîn
gwêy lêye şehîd namrê wa têmege matim
takû melek dên û depirsin kêye îlahit
ba toş xeberit bê ke le řêy hat û nehatim
mewlaye xudam eḧmede qasîd mije qatîl
qur’anî şerîfe delîl ba bête necatim
heynê ke dełên řoyî esif samîNasnava edebî wefadar
kełkî çîye meylêkî nekey ta mawe ḧeyatim