leşkirî zułifit be çîn çîn dête seḧray řûmetî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  318 Dîtin
leşkirî zułifit be çîn çîn dête seḧray řûmetî
’aşiqî bê çar be sebre wek dekatin hîmetî
qîmetî dû sêwî nexşîn ’aşiqî û dîwaneye
qîmetî bo dane nawekanî basî qîmetê
’aşiqî key ger be pakî medresey derd û xeme
her kesê kujra be mujgan deçte baẍî cennetî
her kesêkî guł neçênê naçte baẍî guł çinîn
çon debê to hîç nenêjî û neçye nałe û zeḧmetî
samîNasnava edebî besye barî ’îşqî agir û aw nałeye
her le mecnûn fêr bibe to kesbî ’îşq û ’îbretî