îsłame ḧeqîqet be esił şafî’î mezheb

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  287 Dîtin
îsłame ḧeqîqet be esił şafî’î mezheb
zułfîşî be pêç pêç û be ḧelqen wekû ’eqreb
diłdar û diłaram ke şîrîn şekerîne
xurşîde řuxî zułfî sya çeşmî dû kewkeb
şil kemer û qed ’er’ere wek serwî sinewber
wa hat û zułf dête mil û dîdenî ẍebẍeb
lew řoje bû tîrî le ciger dam û diłî bird
ew diłe řoyî carê debê bêtewe yařeb
samîNasnava edebî diłî hełgirt û ke êsta le ẍerîbî
ecel le ser û gerdenî her wa le lebî leb