ḧesretî dûrî fîraqit xom dexom diłxiwazme
From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
1 minutes
521 views
ḧesretî dûrî fîraqit xom dexom diłxiwazme
sewtî bulbul wa le ḧesret neẍme û awazme
’udî xusrew camî cemşîd ceyşî eskender temam
pakî bo xoşî le keyf û xendeyî gułnazme
cengî hîtler ceyşî yaban hełmetî turk û feřeng
her beşî ḧemleyêke bo min wek mujey serbazme
mułkî êran û feřeng û mîsir û řomim bo çîye
min ke kuştey zułfî çîn û çawekey piř nazme
çî bikem çarim le dest çû sebrî eyûbPersonm nîye
bo nemamî qedî şoxt wek teyr perwazme
be’zê caran řû le xoşî û keyf û bezmî şoxekem
be’zê caran wa le biřye bo leyl her gazme
tacî keyka camîcemşîdPerson bîrî eflatûnPerson le jîn
ẍîret û çengî ferîdûn ’ud û çeng û sazme
her be mindałî ke samîPen namet wa be ’aşiq xwênduwe
kêwî hîcirit takû mirdin řêge û hewrazme