le daxî to min mecnûnim şew nałîn û řoj zebûnim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  346 Dîtin
le daxî to min mecnûnim şew nałîn û řoj zebûnim
dem le baẍan legeł bulbul le baẍî xunçe û beybûnim
le bergî zar û derwêşî bo nazî leyla nakêşî
demê dûrî û dem nizîkim, ne wek leylem diłî bêşî
herçendî yar bê wefaye řadegirim nazî leylaye
çendî dûr bim lêy nizîkim, diłmî lela be cê maye
zar û şînim be ba řoyî be bulbul çî xunçe bûyî
daxo keynê dełên samîNasnava edebî le dunyada ewîş řoyî
san’î řûyî mewlaye, çendî wesfî kem her maye
neqaşî her xoy deyzanê xetî ebřoy kokêşaye