diłî bulbul denałênê etoş xunçey le baẍanî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  388 Dîtin
diłî bulbul denałênê etoş xunçey le baẍanî
le hîcranit heta řoj dê meḧałe xew le çawanî
seḧer hat û dełên řoyî fîẍan kem ba be naçarî
ke kujrawim be qaqayî û be nukî tîẍî mujganî
nemawe ḧałetî jînim le tawî to ewa řoyî
lemew pêşa ke nemdîbûy gutim axo be wîcdanî
diłî birdim be řakêşan deba bo xom binałênim
be dawî zułfî bestêtî lenaw çahî zenexdanî
qemer win bû gutim yařeb çi siřêke keçî nořîm
ke ahîney řuxî leylaye poşrawe be mujganî
be xende pêy gutim besye heta keynê denałênî
îşarey baxî sîney kird dełê fermû be pencanî
lelayê dû lebî teř bû lelayê gerdenî bellur
be xoşî kewtime noşînî lelay leyla be mîwanî
wekû tiflêkî zor birsî ke wa meste le şîrî saf
îtir kewtim bebê dengî nema hêş û perêşanî
ne samî ẍefłetî leylane hîcrî fîtneyî nemmam
umêdî hîç nema şeytan nema bazařî şeytanî