řiştey kemendit emkêşê nagah

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  535 Dîtin
řiştey kemendit emkêşê nagah
wekû kareba û cezbî peřî kah
yaran çe sîḧre efsûnî hestî?
le bûn û nebûn kes nîye agah
be ẍefłet bekem menware ’alem
menzûrî naze awêney şah
lejêr tîẍî to serim danawe
çarey tir nîye aliḧkim lilةErebî
dił seydî ’eşqî cemałî toye
meḧkûmî kes nîm almilk lilةErebî
zahîd le ’eşqa tobem pê eda
le qewlî naḧeq astiẍfiralilةErebî
’umirim serf bû ta bûmewe xak
çend firsexê bû yek hengawe řah
kes lemał nîye bê deng be nałe
ḧerfê bû gutra efsane kutah
le fikirî xoma azadîm nebû
xadîmNasnava edebî le cîbim kewtûme naw çah