lew řojewe ke dił bo to guriftarî nyaze

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  685 Dîtin
lew řojewe dił bo to giriftarî nyaze
ḧusinit leseraperdey ’eşqaye be naze
lem medresey ’eşqe heta mawe kîtabê
mezmûnî xetî qîsey meḧmûd û yaze
zułifit ke serî nawe be gwêta çe xeyałe?
lem perde çe guftare, çe esrare, çe naze?
hełse be dû’a destî munacat biłind ke
dergahî îcabet ke leser řûyî to baze
herçende gunahim le nezerda wekû kêwe
bakim nîye em padşahe bende newaze
bakim çîye lem kułbey tarîke cemałî
şem’êke bedaym le diłim soz û gudaze
ey bilbilî bêçare le gułşen mebe ẍafił
herçend ke řêy gułşenî meqsûde diraze
hemřazî yekin ḧusin û nezer lem deme xadîmNasnava edebî
yek ’îciz û nyaze ewî tir xawenî naze