řiştey kemendit emkêşê nagah
From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
1 minutes
842 views
řiştey kemendit emkêşê nagah
wekû kareba û cezbî peřî kah
yaran çe sîḧre efsûnî hestî?
le bûn û nebûn kes nîye agah
be ẍefłet bekem menware ’alem
menzûrî naze awêney şah
lejêr tîẍî to serim danawe
çarey tir nîye aliḧkim lilhArabic
dił seydî ’eşqî cemałî toye
meḧkûmî kes nîm almilk lilhArabic
zahîd le ’eşqa tobem pê eda
le qewlî naḧeq astiẍfirallihArabic
’umirim serf bû ta bûmewe xak
çend firsexê bû yek hengawe řah
kes le mał nîye bê deng be nałe
ḧerfê bû gutra efsane kutah
le fikirî xoma azadîm nebû
xadîmPen name le cîbim kewtûme naw çah