cennetî arastem dî pêy gutim řûyî mine

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  734 Dîtin
cennetî arastem dî pêy gutim řûyî mine
duzexêkî piř şerarem dî gutî xûyî mine
tîẍî cella danî danawe leser sefḧey cebîn
pêm ełê bo serbiřînî toye ebroyî mine
mîşkî tatare û yaxud nafey ahûy çîn
xoy be îma têy geyandim herdû gêsûyî mine
abnûsî ḧelqeyî zułfî be dewrî gwî ’ac
kuyî sêye mîne ełê na her dû lîmoyî mine
tuřřey şahane sebtî lewḧeyî sîmîn çîye?
pêm ełê bo wanezanî řûmet wimûyî mine
şořşî kewtuwete ’alem فیتنەێ berpa buwe
xoy ełê em fîtneyî hî çawî caduyî mine
cennetêkî we’degahe bo wîsalî ’aşiqan
to be me’lûmî bizane ger serî kuncî le bî
nuqtey bêca ẍełet kewtuwete ser kuncî lebî
têy geyandim to ẍełet bûy xałî hîndûyî mine
xadîmaNasnava edebî bo wa nefamî ? to be teḧqîq tê bige
herdû ’alem besteyî zincîrî yek mûyî mine