mamostay şa’îranî mukiryan

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 16 Xulek  2632 Dîtin

wek agam lê bê beserhatî em şa’îre mezne lelayen lawêkî zana û edebdost û lêzanewe be dûrudrêjî nûsrawe û şê’rekanî be wirdî şî kirawnetewe û nexşî berçawî em gewre pyawe le edeb û syasetî nîwey yekemî çerxî bîstemda, betewawî řûn kirawetewe. ba em nûsraweş carê çap nekirabê û biław nebûbêtewe. min lexom řanedî lem bareda bo xatrî dû şit çi binûsim. yek nemwîst řencî ew befîřo bidem, dû, min lew babete nûsîneda şarezanîm. lem biřwayedam her karêk debê pispořî xoy bîka.

hetaw herwa lebin hewrda nabê, kurd her wa bebê beşî û çareřeşî û lêqewmawî najî. ewîş her wa be nenasyawî namênêtewe řojêk her dê dîwan û beserhatî çap bikirê û lenêw netewekeyda baştir binasrê û tenanet peykerîşî bo dirust bikirê. her ewendem wîst çend nimûne le şê’rekanî bixeme pêş çawî xwêneran.

beşanazîyewe dełêm min be mêrmindałî û lawetî zor car em şa’îre meznem le nîzîkewe dîwe. le qise xoş û cwan û betamekanî, le şê’re berzekanî le pend û amojgarîye benirx û besûd û diłsozîyekanî gelêkim kelk wergirtuwe.

beş beḧałî xom û pêm waşe be hełe neçûm. em şa’îre be mamostay şa’îranî nîwey yekemî em çerxey kurdistanî êran û, betaybetî mełbendî mukiryan dezanim.

şa’îrekanî pêş êmey mukiryan wek şêx eḧmedî sirîlawa û duktor şewqî û xałemîn û seyd kamîl, eger neşłên bîrî netewayetî lewî fêr bûn dyare uslûbî lekarhênanî wişey řesenî kurdî û zimanî şwan û sepan û cûtyaryan lewî wergirtuwe. êmeş şa’îrekanî paş ewan wek hejar û ’etrî giłułanî û hêmin peyřewî ewanman kirduwe û dyare şa’îrekanî lawîş wek sware û hawar û meḧmûdî û mela ẍefûr, em řêřeweyan ber nedawe.

ebulḧesenî seyfî qazî kuřî mîrza qasmî qazî bira çukey mîrza fettaḧ û qazî ’elî û mamî pêşewa qazî miḧemmedî nemir û sedrî qazî şehîd û bawkî ḧeme ḧusên xanî nebez û têkoşer bû. gewre pyawêkî zana û řûnakbîr û xwêndewar û karame û be’ezmûnî mukiryan buwe. zyatir xerîkî karî syasî û komełayetî û kiştukał û miłkidarî bû. sûfî û diłteř bû, şa’îrî pîşey hemîşeyî nebû. keçî le řêzî şa’îre here berzekanî kurd dejmêrdirê, cige le zewqî şa’îrî komełnas û mêjûzan bû.

le şê’rî diłdarîda ke kemî bedestewe hen, şagirdî qutabxaney şa’îrî bêwêney, payeberzî, hełkewtey kurd «nalî» buwe. egerçî ẍezele teř û pařawekanî nagene ẍezelî nalî bełam be řaşkawî detwanim biłêm şagirdêkî başî em qutabxaneye û, zor kemtir le şa’îrekanî dîkey lasayî kirdinewey le şê’irda heye, pêşînyan gutûyane: «le şêr tirsan ’eyb nîye» şagirdî başî nalî bûnîş payekî kem nîye. nalî lew estêre piřşingidaraneye ke her be çend çerx carêk asmanî edebî gelêk řûnak dekenewe û nimûneyan lenêw hemû gelêkda heye. merc nîye hemû kes wek min bîr bikatewe. emma minîş bom heye biłêm herçend paş nalî gelî ême şa’îrî zor berzî hebûn. bełam hêşta lenêw kurdida şa’îrêk hełnekewtuwe cêy nalî piř bikatewe, meger daykî nîştiman ledwařojda řołeyekî wa şîrîn û nazdar û bilîmetêkî wa gewre û bêwêne le amêzî xoyda perwerde bika. bełam şagirdî başî nalî bûn hunere. seyfîş be şagirdêkî gewrey nalî denasim ke qutabxanekey behoy ḧerîq le mukiryanda bote baw. seyf hawdem û dost û şagirdî ḧerîq buwe.

seyfî qazî le şê’rî nîştimanî û şořişgêřaneşda yekem şagirdî qutabxaney şa’îrî nemir feylesûfî zana û řûnakbîrî kurd ḧacî qadrî koyî buwe. le mełbendî mukiryan şa’îrêk nanasîn pêş ew şê’rî nîştimanî, ewîş ewende ḧemasî danabê.

seyfî qazî xoy qutabxaneyekî nwêy le edebî kurdîda kirdotewe. be yekem şa’îrî kurdistanî denasîn ke bay dawetewe ser edebî folkilorî kurdî û be zimanî zeḧmetkêşan û řenicberanî ladê şê’rî gutuwe. têkoşawe te’bîrî nask û řesenî kurdane le şê’rî sakar û řewan û cwanî xoyda biguncênê. wişey petî û řesenî kurdî le karbênê û zimanekeman be çeşnêkî westayane û şarezayane bijar bika û, wişey bêgane û namoy lê derbawêjê û, be şayedî hemû zimannasêk lem kare benirx û bekelkeda zor serkewtuwe.

em şa’îre berze biřway wa bû û, biřwayekî řastîş bû, ke debê wişey petî û řesen le dê û le nexwêndewar fêrbîn û kêşî şê’ir le folkilorî kon wergirîn û te’bîr û ezmûnî kurdane bekarbênîn. bełam deygut em wişe bêgananey le konewe le kurdîda cêgay xoyan girtuwe û nexwêndewar têyan dega taze bûne kurdî û heq nîye byangořîn ya wederyan nêyn. ew dujminî bê’amanî wişe dataşînî naşyane bû û ew naşyaney lexowe nezanane, wişe dadetaşin be dujminî zimanî kurdî denasî. lem axraneda ke hêşta mabû û wişe dataşîn bibuwe baw. bo ewey tûřey bikey bes bû ke wişeyekî dataşrawî nařesenî nîşan bidey û bo ewey xenî bikey dîsan bes bû wişeyekî řesenî kurdî bo bidozyewe. tenya řexneyekî lebarî zimanewe lêy degîrê eweye ke her le lehcey mukiryanda zor şareza bû û leber nebûnî qamûsêkî kurdî kemtir agay le wişe cwan û řesenekanî şêwekanî dîkey kurdî bû.

qutabxaney seyfî qazî le kurdistanî êran betaybetî le mukiryanda şa’îrî ewtoy pêgeyandin ke zoryan be mamostay gewre nasrawin û le mamostakeyan tê peřanduwe. bełam heqî mamostayî beseryanewe heye, çunke eger ew em řêçkey neşkandiban dyare her leser řêbazî wefayî û edeb û ḧeyderî û ew core şa’îrane deřoyştin ke lebarî zimanewe piřn le wişe û te’bîrî bêgane. dyare karim be pile û payey şa’îranî hawçerxî ew nedawe bełkû mebestim eweye ewan bo bûjandinewey zimanekeman hewłêkî ewtoyan nedawe.

bełam seyfî qazî bexoy û şagirdekanyewe le jyandinewe û bûjandinewey zimanî kurdîda nexşêkî dyar û berçawyan heye.

ta řadyo çeprekekanî kurdî be wergêřanî napuxt û dizêw û wişe dataşekanî şarinşîn û xoperist, be dataşînî wişey naşîrîn û nalebar û nařesen zimanî kurdîyan wa şipřêw û şipřize nekirdibû. qutabxaney seyf xizmetî bekelkî be zimanî kurdî kird. êstaş le mukiryanda şa’îr û nûserî wa hen řêbazî ewyan her bernedawe û pereyan pê dawe.

eweş çend nimûne le corekanî şê’rî em şa’îre ke pêm waye natewawîyan têda heye. bełam le dûrułat her ewendem bo peyda bû behîway řojêk ke dîwanî tewawî çap bikirê.

kurdîne

kurdîne! ta key ême le şaxan mîsalî dêw
bêyn û biçîn û bo me nebê qet xudan û xêw
xełkî hemû le şar û le baxane keyfixoş
ême biław û bê sere mawîn le deşt û kêw
bo wane herçî cwane, le cê, dê le jin, le mał
her şax û daxe bo me kuřî řeş, kiçî dizêw
bo asman deřon û le beḧra deken sefer
her herde nîştegahî me, sen’ate werd û şêw
řeşmałe mał û keşk û penîre meta’î me
qesir û serayî xełkî dêye piř le zêř û zêw
her mîlletêk lelawe heqî xoy bedestewe
kurdêk ke ser hełênê dełên bote serbizêw
bo çimane mał û ser ke leser serwerî neçê
kuř nabî qet bitirsê le zîndan û dar û çêw
gurdanî kurdekan bexuda řojî ẍîrete
desdene xenceran û pyawane werne nêw
serçûnî text řoynî serdarî pê dewê
xoşîme lew şehadetî şêxane nêw benêw
fîkirê le ḧałî xo ken û bigrîn beḧałî xo
şahan be meḧwî ême debestin girê û girêw
ew jînî bew zelalete boçmane çawekem!
bimrîn le řêy necatî weten ba be nêr û mêw
ta key le baxî xełkî be zîzî û be milkeçî
xoşe le baxî miłkî çinînî henar û sêw
herçî debê biła bibê ḧeq her ḧeqe «ḧesen»
nîne le řêy weten xemî derkirdin û cinêw

eme nimûney şê’rî nîştimanî û şořişgêřaneyetî wa dyare şînî bo şehîdanî kurdistanî turkya gêřawe. cige lewey zor piř soze, zorîş handere. aşkiraye wek pyawêkî syasî û pispoř le girêkwêrey meseley kurd geyştuwe û agay le fêł û dehoy dujminan buwe, bew ḧałewe netewekey bo xebat han dawe. amojgarîyekanî le binemałey nîştimanperwerî xoyda pitir karîger buwe. wek dezanin cige le dû biraza û kuřêk, çend xizmî zor nîzîkî le ’eşîretî begzadey feyzułłabegî lepênawî řizgarîy kurdistanda çûne serdar û bûne qoçî qurbanîy azadîy gelî kurd. emeş nimûne şê’rî aşqane û diłdarî seyfe û dyar nîye key gutrawe, şê’irnas dezanê çen wirdekarî şa’îraney têda bekar hatuwe û wişey çen řesen û cwanî kurdî têdaye û qafyeyekî hełbijarduwe wek qafyey şê’re nîştimanîyekey řengibê pêş ew hîç şa’îrêkî kurd xoy lê nedabin.

dawełî dił

daym diłim be nałe û zarî û fîẍan dełê:
xoş bew şewe ke řojî řuxî diłberim hełê
zulifit welade řût binwêne ba def’eye
şew řabrê, sitare nemênê, qemer hełê
tifłî diłim giřûy şekerî lêwî girtuwe
bew dû henare jîrî kewe bîxe baxełê
bew zulfî mîrweḧet meke men’im le şehdî lêw
tifłêke dił ze’îf û detirsê le dawełê
ew qafyet be sanî diłî mudde’î ḧesen
tenge, direnge, meylî becenge, hełê, mełê
 

şakarî here benawbangî seyfî qazî bełkû yekêk le şakarekanî şê’rî kurdî parçe şê’rî zistane, beşî zorî kurdistan zozan û sard û befirgire, keçî kem şa’îrî kurd denasîn wesfî zistanî kird bê. mamosta lem şê’reda tabloyekî le zistan û le jyanî ladê nişîn û ajełdar û zeḧmetkêşanî kurd kêşawe ke bêguman bêwêneye. cige lewe be zimanêkî sade û řewan û ladêyyane gutrawe û ferhengokêke le wişey řesen û pakî kurdî, piře le amojgarîy syasî û komełayetî û tenanet abûrî bo zeḧmetkêşan û dênşînanî kurd. wirdibûnewe lem şê’re boman řûn dekatewe, şa’îr çen řûnakbîr û azayxiwaz û komełnas û gelperwer buwe. seyr eweye seyf xoy le çînî tesel û dewłemend bû û le kiştukał û miłkidarî û dar çeqandin û mał bexêwkirdinda nawbangî êstaş heye û şwênewarekanî her mawin, keçî debînîn şarezay jyanî çîne here hejarekanî ew serdemî kurdistan buwe û diłî boyan sûtawe û şînî degeł gêřawin. em şê’re wek bo xoy îşarey kirduwe le sałî 1312y hetawîda gutrawe ke zistanêkî zor dirêj û sext û qiřanêkî gewre buwe û zor mał le mał kewtûn û zor dewłemend bêłyan le binmîç çeqanduwe. şê’rekey wek nameyek bo dostî xoşewîstî ’ezîz aẍay ’ebbasî ke ewîş ehlî zewq û ḧał û sofî û diłteř buwe nûsîwe:

zistan

azîz arezût zorî bo hênam
firmêskim sûr bû zerdî řûy lênam
dîsan be awrî dûrît kewtime gîr
dinyam lê sard bû bû be zemherîr
ta nahumêd bûm le hatnî zût
cergim buwe pulû henasem bizût
hewa bo ḧałim wek şêtan degrî
be terze û befir û baran û hewrî
herdîş lebo min hêndey quř pêwa
beharî degeł zistan lê şêwa
gya û gołî mêrgan bom sîs û zerd bûn
bo şînî kewan kewyan hawderd bûn
şînî behare asman her degrî
hewrîş nałe nał řûy xoy depçiřî
bizin û meř řûtin wek sûre saqe
yek danû deykuşt yek belebaqe
leber bêhêzî le tirsî serma
piştînyan bestin hemûy cil kira
ba le kêw û çoł xoł weser deka
giryanî kêwan beḧran piř deka
darî mêşe û bax befir daypoşîn
pak dełêy mirdûn kifnyan poşîn
kewî kwêstanê le qaspe kewtin
bêhoş bûn yaxu xewyan lê kewtin
cirîwe û zirîwey çuře û çoleke
naye û neyanma hêlane û hêlke
legleg gel kewt, nema teq teqî
sêrûş le sîře û fîte û çeq çeqî
pak peşîmanin lebo germênê
bo dehatnewe ’emru nemênê
qaz le şetawan qařey lê biřa
duřnay çomawan zuřnay lê diřa
le dirzî erzî hewêrde daman
bêhoş bûnewe siřbûn le serman
wişk bû dûpişk ew xwarî nařast
mişk kunî xoy be awat dexwast
boq ke dey qiřand dewîy kirdewe
kerîş zeřînî lebîr birdewe
mar papokey xward xołî weřûy kird
jûşk arezûy kewłêkî mûy kird
lał bim nabînim le çya û le řazan
sîřey hełoyan çirîkey bazan
lebin berdan man her ser mazełe
le bax û baxçan qel û qişqełe
pûşî dapoşî dałdey pak biřî
kerwêşk řîşey pak kird û biřî
befrî bê wade řeşangî biřî
řeşang û sipî pakyan ser biřî
ser biřa gaşîn paş manga bore
lebatî gařan řoyî gabore
řoj heta şewê gewre û biçûkyan
xêzanî małê gewrekiç bûkyan
xerîkin le bax firîzû derdênin
wek şewnemî guł areq deřjênin
areq le henyan beřêz bijmêre
kê dî le asman be řoj estêre
le dewrî seryan desrokey hewrî
wek mangî çarde lenêwan hewrî
kewte ser pîlan desrokey nwêjê
keje hewrî girt le dewrî řojê
desmałî milyan piştênî şilyan
çinar û lawlaw çawî beklyan
zulfyan ledûyan wek řeşmar dexşan
řeş bûn wek şewe be řoj dedrewşan
be lerze deçne firîzû řinîn
giryan karyane lecêy pêkenîn
bo çinînewe kełekey deken
polî kewanin ke çîney deken
paç û pêmeře û bêł leser şanda
wek fewcî ḧazir lejêr fermanda
hênde lawaze meř û małatyan
qurbanî nakirê nadrê zekatyan
ga leber leřî hełnagrî nîrî
ne meř mastî ma, ne manga şîrî
lok çemberî bû, mayn mişmişe
ga gwê řepey girt gamêş xişxişe
keł û gamêşyan bûne çekçekî
wiştiryan ’eynî bêçûy leglekî
naye fîtûy şwan leser şewînê
mêgelî çêştaw le kwê denwênê?
kwan şengebêrî le hobe û banan
şiłqey meşkeyan berî beyanan?
qołyan hełdeken dełêy bilûre
sîngyan derdexen parçeyek nûre
derzî berokyan ke dên derênin
mang le asmanê bo zewî dênin
zulfan labela deken belada
řoj hewrî leser řûy xoy welada
qed û bałayan wêne nemaman
kê dî nemaman bigirin şemaman?
kwêrbim nabînim xêl berew xwaran
teqłe û řimbazî û hew hewî swaran
kwa «pîrût aẍa» serxêłî kurdan?
le «qułesenî»řa biçête kwêstan
le kwêye «taẍî» ew çadrî cwanî?
tîp tîp mîwanî ser sifre û xwanî
kwanê seyd semed ew merdî řeşîd
bo «mayn biłaẍî» biçê be temhîd
dêhat lêkî dey çadir û hobanî
gîr nakewê řon bo çewresanî
wegîr nakewê, mast bo hewênî
doy hełgêřyewe ya bîkułênî
penîr buwe îksîr şîr awî ḧeyat
her wek eskender kewtîne zułmat
şemał û ziryan daym şeřyane
aẍawet şiřn kirmanc qiřyane
zistanî emsał dyare pênc mange
ka û gya û meř, biřa le dange
tewîle û hoł û heywan hełweşan
pûş û qamîş û ałaş derkişan
diran be gařan wek wêncey nuxşan
xirane ber meř le dange û ḧewşan
kirmanc dewłetî piř û patał bû
koçî dê be dêy be mang û sał bû
ewîş le des çû hênde koç meken
kay ser û nwê ken cûtî zor biken
ḧasłî ’umir û le zor û kemî
datan be ka û gya lenêw ’ecemî
řêy kakêşanî wek kehkeşane
qetarî wiştir wek estêrane
kay zerd û řizîw wek lîrey sûre
wêncey řeş û şîn pêstî semûre
qîmetî kaye wek karebaye
bote qûtî řûḧ wêncey seḧraye
baxan dabnên daran binêjin
necîb û esił û kon û lemêjin
ḧeyfe mîlletê şeş hezar sał bê
nokerî małan řût û řecał bê
nokerî małan ’eybe le bo me
kołan hełgirîn be kome kome
çîdî dujminan be xo xoş meken
bo bûzû û kepenk bałapoş meken
takey le derkan kiz û damaw bîn
bê mezin û gewre û ser bê kiław bîn
her kes arezûy małanî hebê
wecaẍî kwêr bê mindałî nebê
ew bedbextîyey le kurd řûy dabû
leber nexwêndin kozyan sawa bû
wacbe xwêndin bo dinya û dînî
pêẍember fermûy boçûne çînî
be kute û şanaman mîllet demênin
be mîr û meznan şan deşekênin
derdî dił dekem kurt û kirmancî
ḧesen kirmancî çit le dîlmancî?
***
xusrew cwanega borî mirdar bû
xwardinî firîzû û gełay bindar bû
degeł xunçe gyan şînyan degêřa
sałḧ û qadryan deser degêřa
kere bozîşyan leser westaye
kułî giryanyan le ewkî daye
taze małanî to daxwa çonin
ewanîş xerîk firîzû û ka konin
diłit teng nebê tifaqit hebê
ewî toy nebê yaxwa her nebê
’umer û ’usman bûbekirî nazdar
be naz gewre bin ha name çwar yar
cêjnî qurbane xom qurban dekem
xom bequrbanî ’ezîz gyan dekem
tarîx hezar û sêsed û dwazde
bîstî ferwerdîn dad û bêdade