erkî beyan le helumercî êstada
paş biřanewey şeřî yekemî cîhanî, paş leberyek hełweşanî dewłetî ’usmanî kemalîstekanî turkya be helehel û pelepel têdekoşan xełkî wiłatekeyan fêrî řêwşiwênî ewrûpayî biken. tund begij řêwşiwênî konda çûn. cilubergî netewayetîyan le hemû gelanî em wiłate qedeẍe kird. xerîk bûn wişey bêgane, betaybetî ’erebî le zimanekeyan wedernên, xetyan gořî.
karîkatorêkî ew serdemîm dîwe karêkî hunermendaney zor seyre. karîkatorîst, zelamêkî turkî kêşawe, pîtekanî «s, z, t, ﻇ, s, z»y le têřêkî xistûn, seryan le têřeke derhênawe, le wiştirêkî nawin, be têła le wiştir řasawe û têy řaxuřîwe «gêdin ’irbistane!Tirkî»
hunermend hunerî nwanduwe, hestî xoy derbiřîwe, xełkî wepêkenîn xistuwe. bełam aya kareke wa be hasanî biřawe? her kes çi biř agay le nûsînî êstay turkî bê, naçare cwab bidatewe «nexêr».
řaste xetyan kirde latîn û em pîtaneşyan nardewe ’erebistan. bełam hergîz neyantiwanî ew wişaney lem pîtane dirust dekirên le zimanî xoyan derbawêjin. paş maweyek hełsûř, dasûřî şêtane û teputozî mindałane hatnewe ser řewtekey caranyan. êsta nûseranî turk be zimanêkî têkeław denûsin. bo nimûne em çend dêřanem le tazetrîn řojnamekanî turkî derhênawin:
«actima’î ’idalit tamîn yasayş saẍlam miḧît yaratmaq ayçun ’imum xilq kitlelrî mitḧida çalîşmar aydilar.Tirkî»
(ya)
«sinîn ’işqî minî micnun aytidî. mişirq û miẍirbî sîratîdim axir dasnî suyîdim ’izîzimTirkî». qisey xoman bê, dar û berd gwêy keř bê. dûr le řûy kemalîstekanî xoperist em dêřane be turkyêkî zor petî nenûsrawin! bełê şa’îr û nûserekanî turk bem zimane têkeławe denûsin û î waşyan heye nawbangyan be dinyada biław botewe û nûsînekanyan be zimanî zîndûy cîhan wergêřdirawin.
pan îranîstî waş le êran peyda bûn ke deyanwîst, be farsîy petî binûsin. ewanîş biřêkyan teputoz kird, bemla û ewlada hełsûřan û gêçełyan nayewe. bełam fars gutenî: kisî tire birayşan xird nikird. «kes be řibey nepêwan», kes gwêy nedanê, kes lasay nekirdinewe. kem kes wêray abřûy xoy be řê û řêbazî se’dî û ḧafîz û nîzamî û melewî berbida weşwên çend kesî şêt û şûrî bêmaye û serlêşêwaw bikewê, xoyan pê řanegîra û wek biłqî ser aw pûçanewe û nawyan lenêw nawanda nema.
bîstûme efserêkî syasî řaportêkî zor giringî be xeyałî xoy be farsî «sire» bo duktor musedîq nûsîwe, musedîq herçî xerîk buwe têy negeyştuwe, le perawêzî řaportekeda nûsîwyetî: «xwahşimnidim kamla ’irbî binwîsîdFarsî».
êsta şa’îr û nûserî farsî wa hen bem zimane têkeławe şakare edebîyekanî bêgane dekene farsî û boxoşyan şakarî taze û nwê û piř nirx û cwanî dexułqênin û nûserî wek: hîdayet, ’elewî, çubik, efẍanî, sa’îdî û semedyan lê peyda debê û şa’îrî wek, behar, şehryar, nîma, perwîn, sîmîn û firuẍ û şamlû û nadirpûr û suphirî kelênî şa’îre gewrekanî pêşûyan piř dekenewe. bo ewey bizanin farsîy emřo çon denûsrê çawêk bem çend dêraney xwareweda bixşênin ke le tazetrîn řojnamekan derhatûn: «tifkîk û tiqsîm arazî kişawirzî mimnu’ a’lam şidFarsî».
«malyat xirîd û firuş dir arazî bayr xarc az miḧdudih şihrî bitur tisa’dî diryafit mîşud. mi’amlat şirtî û rihnî zimîn biray axiz wam saxtiman ya fi’alît sini’tî az mؤsisat dultî micaz bila man’ a’lam şid.Farsî»
ew kesaney ’erebî dezanin be hasanî detwanin wişe ’erebîyekan lenêw em dêřaneda bidoznewe. bełam eger farsî nezanin le manay řistekan nagen. çunke leser řêzmanî farsî dařêjrawin û wişe ’erebîyekanyan lenêw xoda coş dawe.
azerbaycanî, efẍanî, pakistanî, tacîk, ozbekistanî û bilûçîş her wa têkeław denûsin. ’erebîş kurd gutenî «baze deşgirî û berîş deda eger debexşê werîş degrê». zor tebî’îye hemû gelî dinya debê bibexşê û werbigrê û ta bijî û nemrê.
lem nêweda tenya êmeyn wek kełî kotanê le meydan çeqîwîn, çawman le hewa biřîwe, fîzman nahênê le kes werbigrîn û agaşman lê nîye çonman lê werdegirin. nazanim em fîz û hewaye, em berzedemaxîye û em lexobayî bûne, le kam pileman hełdedêrê, nazanim key serengirê debîn? nazanim çiman be serdê nazanim bem ḧałe degeyne kwê? her ewende dezanim zyanman zor lê dekewê û zor şitî cwanman le kîs deçê.
mêjûy řojnamenûsî ême zor le gelanî dewruberman becê nemawe, «kurdistan» yekem řojnamey kurdî ke le sałî 1898-1902da biław botewe ferqêkî ewtoy degeł řojnamekanî gelanî hawsê û dewrubermanda nîye. le seretay řojnamenûsîyewe řojnamenûsekanî êmeş wek řojnamekanî turk û farsyan nûsîwe û pêyan şûreyî nebuwe wişey bêgane lekar bênin.
řojnamekanî serdemî şêx meḧmûdî nemir ke le sayey řenc û têkoşanî lawî řojnamenûsî zirîng û pîtołî kurd kak cemal xeznedarewe serlenwê jyawnewe û êsta leber destimandan, ew řastîye betewawî řûn dekenewe.
pîremêrdî nemir řojnamenûsî here gewre û şa’îrî benawbangî kurd le «jîn û jyan»da aram û leserexo gořanêkî başî beser nûsînî kurdîda hêna. agayane û wişyarane xerîkî bijar kirdin û xawênkirdinewey zimanekeman bû û westayane wişey ’erebî û farsî û turkî lê heławard û wişey sakar û řesenî kurî lebatî ewan bekarhêna.
gelawêj, gelawêjî geş û berz, be pirşingî řûn û cwanî, asmanî edeb û řojnamenûsîy kurdî řoşin kirdewe, xewałûy řapeřandin û şořşêkî pîrozî edebî hełgîrsand. řêbazêkî řast û řewanî girte pêş, nûser û şa’îrî pêgeyandin û be xełkî nasandin û wek dirextêkî be ber û sêber řegajwî kird û weçey wek «nîştiman» û «kurdistan» û «hełałe» û řojnamekanî dîkey serdemî komarî kurdistan le mehabadê derkirdin.
nałêm ewîş zor tewaw bû, nałêm kemukuřî nebû, nałêm ke ewîş şitî bêtamî têda çap nedekira. bełam detwanim biłêm eger ew estêre geşe wa zû awa nedebû tûşî ew şewezenge nedebûyn ke serederî têda nakirê.
bedaxewe ew teputozey ke paş şeřî yekem le turkya û êran hesta û lew wiłatane xoy negirt. paş şeřî duwem řûy le kurdistanî ’êraq kird, řûy lew parçey nîştimanekeman kird ke tařadeyek deretanî kurdî nûsînî lê hebû. lewêda westa, neřewî, neřewî û meyî ta řojî řûnakî lê kirdîne şewezeng. şewe zengêkî tarîk û tinûk û engust leçaw.
pyawî bêmaye û lexobayî derfetyan hêna û qełemyan fiřê da û řobûne «binûs» û «pênûs» û «kitêb»yan diřand û «pertûk»yan bo lebin hengił nayn. kaẍezyan bedem bada da û «tyanûs»yan xiste berdes. şê’ryan be diro û hełbest zanî û hezar nawî seyr û semereyan le şa’îrî kiłoł û çareřeş na, ta axrekey be hestyarî biray bîstyarî amozay heqî kemtyar derçû. qafyeyan be tengî zanî û «serwa»yan pê berawełatir bû. le qanûn derçûn û yasay çengîzxanî meẍûlyan bo xoyan be řast zanî. çunke polîs xizmetî xełkî nedekird «ḧeyte...»yan bo řajey gel hełbijard. îmzayan nexwêndirawe û «wajû»y pîrozyan lê da.
herkes leberxoyewe destî kird be wişe dataşîn û herçî be qełemî çeprekîda hat nûsî. bê ewey hest be berpirsî mêjûyî bika. betaybetî paş ewey řadyoy kurdî le êran û ’êraq damezran, serlêşêwawî pitrî peregirt, nûserî bernamey kurdî naçare tercemey deqawdeq bika. naçare ewey boy denûsin mûbemû bîka be kurdî. boye şitêkî lê derdeçê ke kes nazanê çîye? min beş be ḧałî xom webîrim naye carêkîş gwêm dabête dengubasî em řadyoyane çunke her çonêk bê le farsî û ’erebî û tenanet turkî baştir tê degem ta em zimaney ewan pêy dełên: kurdî!!!
herçend lem sałaney dwayî xełk wişyar botewe û tenûrî nezananî lexobayî damirkawe û bazařî bê çawwiřûyî ewan le birew kewtuwe û îtir nûsere lawe xawen behrekan be şûreyî dezanin řewtî mamostayanî nezan hełgirin û em wişe nařesene dizêwane lekar bênin. bełam daxî giranim hêşta betewawî fiřê nedrawin û carubar lelayek ser hełdedenewe. řastyan gutuwe, berdêk şêtêk le çaławî bawê be sed aqił nayete der.
lemêj bû be awatewe bûm şê’rêkî nwêy xoş bixiwênmewe, dezanin maweyeke şê’rî şa’îre lawekanman ewende wêk deçin ke pyaw tenya be îmzay şa’îr lêkyan dekatewe. zorbeyan be «azîzekem» «diłdarekem!» «xoşewîstekem!» des pêdeken û em wişe nask û cwanane ewende dûpate kirawnewe, pyaw çi çêjî xoşyan lê naka. ta maweyek lemewpêş wa bizanim le «hawkarî»da bû şê’rêkim xwêndewe herçend her leser em taqe kêşe bû ke êsta bawe û bote «beytî bile û nabřêtewe» û egerçî dyar bû, şa’îr lawe, bepeleye, kem ezmûne, bełam şê’rêkî cwan û sakar û piř le soz û hest bû. her dêřêkim dexwêndewe hezar aferînim bo şa’îr denard, řołem! çawim! kesî mamî! we şitî wam le zarî derdepeřîn.
demgut: oxey eger şa’îrî waman hen ke řistey «pêman xawis bê» dekene qafye, î waşman hen ke mayey hîway dwařojin. lepiř wek gozêk awî sardim pê dabken řaçenîm, têkřa bûm, neşekem şika. xawbûmewe. nazanim em şa’îre xoşewîste çonî bêz hatbû wişey dataşrawî naşîrînî êskigranî wek «pertûk» bixate nêw şê’rekeyewe?
nazanim bo bîr nakeynewe, êmemanan ke xoman dekujîn zamî řeş dekeyn, awî çawman řo deřjê ta şê’rêkî be kurdî dełêyn. boçî nawbangiman le çwarçêwey şarekeman dernaçê. bełam eḧmedî xanî, ke pêwîstiman be qamûsî ’erebî û kurdî û farsî heye ta bitwanîn şê’re giran û qûł û cwanekanî saẍ bikeynewe ta êsta mem û zînekey be çend zimanî zîndûy cîhan terceme kirawe?
eger hêndêk kesî nexwêndewarî sawîlke, bełam pak û bêfêł, hestî tundî netewayetî û bîruřay çewt û nezananey syasî, tûşî hełey kirdin û em teputozeyan berpa kird. pyawî fêławî û xoperist û tenanet napakî wa hebûn ke zanîman farsî zanî baş le kurdistanî ’êraq kem bûn. le ferhenge konekanî farsî geřan û wişey swaw û lekarkewte û feramoşkirawî farsîyan lenêw qamûse konekanda dozîyewe û nabecê lekaryan hênan.
dyare min pêm wa nîye eger nûserêkî ême le katî pêwîstida bo derbiřînî mebest wişey bêgane lekar bênê qyamet řadebê, dinya bequř degîrê, pirdî sîrat depsê û řûge werdegeřê. bełam xo firîwdan û xełk firîwdan be gunahêkî gewre û tawanêkî xirap dezanim.
ême nabê gwê bideyne şowînistekanî fars ke dełên kurdî şêweyekî farsîye, bo xoman dezanîn zimanekeman zimanêkî serbexoye û natirsîn û nayşarînewe ke xizmayetî detek farsîşda heye. zor baş detwanîn wişey farsî werbigrîn wek ewan ke le wergirtinî wişey kurdî û hîç zimanêkî dîke sił naken. bełam heq nîye lebatî wişey mezin û gewre, zelam, zil, wişey «bizirg»y farsî binûsîn. ya lecyatî, cwan, çeleng, delal û şengî xoman. wişey «qeşeng» lekar bênîn ke turk û fars kêşeyan leser heye.
cige lewe eger pêwîst bê wişe werbigrîn, boçî waz lew wişane bênîn ke lemêje têkełî kurdî bûn û le kurdewarîda bûne baw û wişey namo bikeyne baw. lêtan depirsim: dinya, qełem û ẍezelî ’erebî, zyatir bûne kurdî ya gêtî, xame û çamey farsî, seyr eweye farsekan bo xoyan pitir, wişe ’erebîyekan dekar dênin bebřiway min fiřêdanî ew wişaney le konewe têkełî kurdî bûn û nexwêndewar deyanzanî karêkî xořayîye. řenge be kurdêkî nexwêndewar biłêy semawer řûsîye û temate îngilîzîye têr û piř pêbkenê. kam kurdî nexwêndewar dezanî pênûs û binûs û xame be qełem degutrê û pertûk kitêbî melaye? xo basî terxan û qaçaẍ û aẍa û xan û xanim û bîg û bîgmî meẍûlî her nekeyn baştire.
wişey wa hen řaste zor be řesen kurdî nîn. bełam małî kurdin çunke nexwêndewar deyanzanê û lêyan ḧałî debê û bişmanewê lebîryan naçêtewe.
bełay le wişe dataşînî nezanane kuşnidetir, řiste dařiştinî hełeye, eweyan pitir cêgay metirsîye. çunke řêzmanekeman deşêwênê. bijar kirdinî wişey nařesen giran nîye bełam hênanewe serexoy řêzmanî şêwaw esteme, dijware bełkû tirsinake.
dyare edebî xoman ewendey xizmet nekirawe û perey negirtuwe ke hestî fêr bûnî řûnakbîr û xwêndewaranî kurdî ’êraq řazî bika. naçarin le řêgay zimanî ’erebîyewe fêr bin û zansityan berew jûr berin byanewê ya neyanewê dekewne jêr te’sîrî zimanî ’erebîyewe. boye katêk denûsin řistekan wek ’erebî dadeřêjin. ya baştir biłêm be ’erebî bîr dekenewe û be kurdî denûsin. řistey wa debînim hemû wişekanî kurdîy řesenin keçî têy nagem. çunke leser řêzmanî zimanî ’erebî dařjawe. ewîş zor le řêzmanî kurdî dûre. lem řistaney xwarewe wirdibnewe ke hemûyanim le witare pesind kirawekanî em goware derhênawin, kartan bewe nebê kê nûsîwnî bizanin řast nûsrawin ya nařast:
«we katêk mirov cêgayek bo xoy degrê lenaw ew cîhane zemanîyewe».
«leber ewe sernekewtûn le hîç şitêka lem bareyewe».
«lew katewe mirov twanî le dûrewe be karubarî xoy hełsê».
«bexêrayî bûnî mirov derçû le dewr û piştî ajełî».
«kełkî çîye ew hemû baskirdine leser zimane».
zor řistey lewaneş şêwawtirim dîwin ke eger řîzim kirdiban cêgayan zor degirt. tenanet witarêkim her lem goware xoşewîsteda xwêndotewe ke beşî here zorî paragrafekanî be «we» des pê deken ke behîç corêk degeł řêzmanî kurdî naguncê.
ta êsta her zamim desnîşan kirdûn û dermanim bo nedozînewe. beřastî eger dermanêk bo em derdane nedozînewe. her wa dên webin deden û teşeney deken û debne tîrawê û be hezar şexis û şêx û pîr çare nakirên.
bebřiway min nûserî emřoy kurd dû erkî leser şane û debê her dûkî lepêş çaw bê. yek nûsînî şitî çak û pak û cwan û bekełk. dû parastinî řêzman û bûjandinewey û bijar kirdin û perepêdanî zimanî kurdî. dyare kesanêkî be zimane zîndû û xizmet pêkirawekan, ke qamûsî gewreyan heye denûsin erkî duwemyan leser şan nîye. bo becêgeyandinî erkî yekem min wergêřanim pê baştire. be terceme hem şakare edebîyekanî cîhan dekeyne kurdî û hem meydanî berfirawantirman leber des daye û derfetman heye xizmetî zimanekeman bikeyn û bîrî xełk řûnak bikeynewe. bo becêgeyandinî erkî duwem debê be hemû hêzmanewe têbkoşîn řêzmanekeman biparêzîn, wişey řesenî kurdî bekar bênîn, wişey dataşraw fiřê bideyn. leber xomanewe wişe danetaşîn. le şêwey şar û nîştimanî xomanda gîr nexoyn, le her şêweyekî kurdîda wişey cwantir û sûktirman wepêş çaw hat hełîbjêrîn. lebîrman bê wişey kurdî heta kurtitir bê xomałître. bo ewey řistekanman kurt bin heta detwanîn «wawî ’itif» kemtir bedway yekda řîz bikeyn. le katî pêwîstida le bekarhênanî wişey bêgane netirsîn. le nûsînda bepele nebîn kem binûsîn û baş binûsîn. herçî nûsîman be carêk û dûcar le kołî nebînewe. çend carî des tê werdeyn lepêş ewey nûsîn bo çap binêrîn, pêman şûreyî nebê be çend kesî lêzan û pisporî nîşan bideyn. řexne û têbînî dostaney ewan qibûł bikeyn. xoperist û be fîz û berçawteng nebîn, le xełk fêr bîn û bo xełk binûsîn. ewey bo çapman nard eger deskarî baş kira agir negrîn. eger carêk biław nekirayewe nahumêd nebîn, çawman neçête pişt serman, be řiqda neçîn û des le têkoşan û nûsîn hełnegrîn. erkî serşanî hemûmane bo bûjandinewey edeb û xizmetî zimanî kurdî têbkoşîn.
bełam erkî beyan le helumercî êstada çîye?
1- tê bikoşê pak û xawên û bê ẍełet çap bikirê.
2- kurte çîřokî baş û witarî bekełk û çakî edebî û komełayetî û zanistî û mêjûyî û řexney bê ẍerez û dostane biławkatewe.
3- zanayan han bida şitî baş le zimanekanî bêganewe wergêřne ser kurdî.
4- witarî hîç nûserêk bo xatrî cê û paye û nawbang û dostayetî biław nekatewe. xwêner řazîkirdin baştire le torandin û dił yeşandinî gewre pyawêkî şitî baş ya kurdî řewan nanûsî, xizmetî gel le xizmetî taqe kesêk çaktire.
5- parastinî zimanî kurdî le hemû ḧałêkda leberçaw bê û be giringî bizanê.
6- hemû witarekanî serlenwê be îmlayekî yekdest binûsêtewe ca byannêrête jêr çap û xełkî le paşagerdanîy řênûsî kurdî řizgar bika.
7- le lapeřey dwayî her jimareyekda çend şit hełbijêrê û dawa le zanayan bika tercemey biken û baştirînyan çap bika. herweha hêndêk mewzu’î xomane be girêw dabnê ta nûserekan leserî binûsin û cwantiryan hełbijêrî.
le hemuwan girîngitir eweye desteyek le zimanzanekan pêk bênê, eger bikirê xełkî nawçe corbecorekanî kurdistan bin, ta em nûsrawaney destey nûseran lebarî nêweřokewe pesnidyan kirdûn lebarî zimanewe temaşa biken û eger pêwîst bû deskarî biken. pêm waye em karane zor giran nebin. bełam zor besûd debin. bêguman eger nûserekanman bizanin nûsînekanyan awa le bêjîng dedrên û tetełe dekirên, beserincewe denûsin.