ḧacî qadrî şořişgêř

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 17 Xulek  2589 Dîtin

jyan napsêtewe, tebî’et estêwir nabê, řoj û mang û sał û çerx bedûy yekda řêçke debestin. zor eḧmed, çaw dekenewe, degenê, jin dênin û debne bawik. zor fatê bexoda dên, be bûk deçin û zig deken. zor qadir ledayk debin, peřewaze debin, pîr debin û demirin. bełam kem qadir be ḧacî qadrî koyî debin, bûne ḧacî qadrî koyî her wa sûk û hasan nîye. bexo hełmisandin, ba fîşkirdin û le xobayîbûn pêk naye, be çend dêř nûsîn, çend qisekirdin û çend şê’ir gutin tewaw nabê. fîdakarî, gyanbazî û lexobûrdinî dewê. des lexo berdan degeł swêrî û tałî řahatin degeł sextî û berengarbûnî dewê. pêwîstî be çawî netirs û kołnedan û nebezîn heye.

ḧacî qadir melayekî zana û şa’îrêkî nask xeyał buwe. eger nîştimanperwerêkî wa diłsoz û řast û têkoşerêkî wa germuguř û azadîxwazêkî wa kołneder û nebezîş nebûyaye û le goşey mizgewtêk ya kuncî xaneqayek dersî gutbawe û nwêj û ta’etî xoy kirdibaye û çend ẍezelêkî kurdî lepaş becêmaye. dîsan řeng bû lenêw netewekey xoy nawbangî bikirdibaye. - bo î waman kemin - bełam xoşewîstîy ḧacî her leber zanayî û şa’îrî nîye. ḧacî kurdêkî pak, têkoşerêkî çak, řexnegrêkî aza û bêbak buwe. netirsawe, nebezîwe, nahumêd nebuwe, mandûyî nezanîwe, helperist nebuwe, îmanî tewawî bem şê’re berzey xoy buwe ke dełê:

merg û jîn mîslî sêber û tawe
ewî baqî bimênê her nawe

ḧacî le qûłayîy diłewe netewekey xoşwîstuwe û nîştimanekey peristuwe. şarezay mêjû û cuẍrafyay wiłatekey buwe û betewawî hestî be bêbeşî û çareřeşî netewey zorlêkirawî kurd kirduwe. desewestan û tewezel û tirsenok nebuwe, geřîde û karame û aza buwe û hêz û twanay xoy bo azadîy netewekey terxan kirduwe.

ḧacî lenêw xełkida jyawe, komełî xoy baş nasîwe, kemukuřîyekanî be çawî xoy dîwe, le derd û azarekanî geyştuwe û nek her dermanî bo dozîwetewe bełkû zanayane û azayane baskî le tîmar kirdin û çar kirdinî hełkirduwe.

ḧacî lew řêga piř xetereda, berew ew amance berze řoyştuwe. hemû řenc û kwêrewerî û tał û swêrî û gîrugiriftêkî be gyan û dił qibûł kirduwe. ne westawe û ne wiçanî dawe û ne tirsawe û ne sard botewe. gałtey be merg kirduwe û le dawełêk neprîngawetewe û leber hîç řûdawêk çokî danedawe.

ḧacî begzade û şêxzade nebuwe, be şîr û şekir perwerde nekirawe, leser doşegî peřî qû pê negeyştuwe, be hejarî û nedarî û be hetîwî û henasesardî gewre buwe. be pêxawsî û lîngiřûtî wedûy xwêndin û fêrbûn û xo pêgeyandin kewtuwe û dełê:

be bîrit dê zemanêk çûyne bałek
be pêxawsî ne kewşim bû ne kałek

ḧacî însanêkî waqî’î, řaberêkî zana û mezin û řûnakbîrêkî şořişgêř û be cerg buwe, ew wîstûyetî şořşêkî qûłî syasî û komełayetî û abûrî û ferhengî le kurdistan berpa bika. netewekey le jêrdestî û koyletî, le hejarî û nedarî, le nezanî û nexwêndewarî necat bida. ew wîstûyetî bo becêgeyandinî ew amancey xoy le hêz û twanay hemû twêj û çînekanî komeł kełk werbigrê.

ḧacî biřway tewawî be mafî dyarîkirdinî çarenûsî gelan hebuwe û katêkî dîwyetî kurd lew mafe řewaye bê beşe hawarî lê biłînd buwe:

her kurde le beynî kullî mîllet
bê behre le xwêndin û kîtabet

ya:

mîlletî bê kitêb û bê nûsîn
ẍeyrî kurdan nîye le řûy zemîn

hoy em bêbeşîyey zanîwe û řêgay nîşan dawe. çunke têgeyîwe ke beşî here zorî lêqewmanî gelî kurd nebûnî yeketîye. way gutuwe:

ta řêk nekewn qebîlî ekirad
her wa debne xirabe abad
enwa’î mîllel le gewre ta çûk
xemłîwe memalîkî wekû bûk
her kurdin egerçî pakî merdin
pamałî zemane meḧwî kirdin

ḧacî wîstûyetî pê bepêy şořşî syasî û cûlanewey řizgarîxwazî, şořşî komełayetîş des pê bikirê. kot û zincîrekan bipsênin, řêwşiwêne kon û řizîwekan lenêw biçin. le zemanêkda ke jin yanî nîwêkî komełî kurdewarî wek pîwaz lebin ḧewt twêkłida şardirawetewe, le serdemêkda ke jin wekû koyle û êxsîr çaw lêkirawe. le ḧałêkda ke enderûnî şêx û aẍa û begekan be teqlîdî «babî ’alî» piř buwe le nask û nazdarî zêř xirîd ḧacî řûnakbîr çi biłê başe?:

boçî fermûyetî nebî emîn
atilb al’ilim wilu balsînErebî
nêr û mê lem ḧedîse ferqî çîye?
ger mela nehî fermû dînî nîye

ḧacî bêbak û aza, ḧacî gelperist û nîştimanperwer, ḧacî têkoşer û lexoburdû her bewende řanewestawe. be tundî û tûřeyî, bebê perwa û siłkirdin, azayane û bêbakane be řaşkawî le çerxî nozdeda û pilarî way le şêx û xelîfey dirozin û desbiř û sofî û derwêşî bêkare û xwêřî û řemmał û margirî tewezel û miftexor girtûn, ke řengibê dûpate kirdineweyan le beşî sêhemî qeřnî bîstemda bo řûnakbîrêkî kurd le zor şwênî kurdistanda begran tewaw bê wek:

xaneqa û şêx û tekyekan yekser
pêm biłên nef’yan çîye axir?
ẍeyrî te’lîmî tembełî kirdin
cem’î emlak û xezne kokirdin

ya:

wişke sofî biłê be şêxî teres
ba be serma neye mîsalî heres
ker nebê kam munewerî xełetan
ben girê dan û ta biřîn û nefes?

em şa’îre řastigoye be řûnî le felsefey jyan dwawe û tewjimî madîyatî leser bîrubřiway însan beřast zanîwe û em pendey pêşînyanî baş wergirtuwe: «zigî birsî le xwaş natirsê» û westayane be te’bîrêkî dîke xistûyete naw şê’rî xoyewe:

sofî wek xeste bû le zîkirî henaw
sed nwêjî deda be kaseye aw
şî’e wek teşne bû le sîne zeden
be de qetrey deda ḧusên û ḧesen

ya:

xwardin û setrî ’ewret û sukna
ba’îsî jîne bo geda û paşa
ḧałetî waye çî leser xake
ẍeyrî ’îsa dełên le eflake

ḧacî wêřay nîşandanî řêgay şořşî syasî û komełayetî, řêgay şořşî abûrîşî wek pispořêkî şareza zor jîrane be netewe paşkewtuwekey nîşan dawe řenge em fîkirey lem şê’rey xwareweda heye le qeřnî nozdeda be bîrî kem zanay řojhełatda hatbê:

le beynî mîlletî xotan be yarî
biken teqsîmî şax û darubarî

ya:

emeş tenya nîye sûç û xetatan
le kesbîş xafiłn mîslî melatan

ya:

le beẍda boçî xurma bêt û lîmûn
lebo derman le mał bê řonî zeytûn
le êwe kamtan bû? yek dû carêk
bikate kîseyek yaxo xerarêk
dû pêy lêda le kola mîslî doşaw
wekû řon řonî zeytûn bête ser aw
weya pêy nêjrawe çend nemamêk
le narinc û turinc û çend meqamêk
bizanin şîn debê? nabê? beber dê?
le cêgay sard û germî çî beser dê?
***
beraw û dêmî êwe kîmyaye
duř û gewher, gez û mazûy çyaye?
me’adîn xatrî to bê legeł kan
genmitan zêře, ḧetta zîwe, zîwan
řejûy papoř û xwê û newt û gogird
le kêwî êweda koye wekû gird

ḧacî biřwayekî tewawî be şořşî ferhengî hebuwe û derdî nezanî û nexwêndewarî be derdêkî kuşnide zanîwe. tenanet xwêndinî konîşî bedił nebuwe û řexney lê girtuwe:

’ulemaman beqewlî bê ser û pa
pakî xinka le beḧrî wişkî hewa
sen’etê fêr nebûn lepaş teḧsîl
seyrî çon bo munahî bûne delîl

ya:

ey xerîkî řimûz û řaz û nyaz
awrupa fennî geywete î’caz
qulley îvîlî le eflake
’eksî ew gerdîşî lejêr xake

ḧacî zor be dirêjî û řûnî basî zanistî taze û sen’etî nwê deka û bo nimûney załbûnî nwê beser konda dełê:

be qisey muxbîr û mu’erxî kon
mîlletî çîne çwarsed mîlyon
serbeser mîlletî hemû japon
zor be zeḧmet degate çil mîlyon
ehlî japon le sayey sen’etî çak
seyrî çon çînî girt û kirdye xak

lem şê’ranewe derdekewê ḧacî her xerîkî xwêndinewey kitêbe peř zerdekan nebuwe û zor xerîkî pêgeyandinî xoy buwe û le estembûł řojname û gowar û çapemenî ew serdemî baş xwêndotewe û agay le wez’î cîhan û dengubasî henderan buwe. emeş nîsbet be melay qeřnî nozdey kurdewe şitêkî seyre. bedaxewe êstaş le kurdistan melay wa mawin ke temaşakirdinî gowarî wênedar be tawan dezanin û şêxî zahîrsazî wa mawin ke řadyoyan neçote mał. her lew sałaney dwayîda dîtman melay way kurd heye ke çûne ser mangî «apolo»y be diro dezanî.

ḧacî ewendey mîlletekey xoş dewê wek bawkêk le řołey şîrîn tûře debê û qisey sûk le parsengî ew kesane denê ke mindałî xoyan nanêrne mekteb û basî bêganekan deka ke mindałî xoyan leber xwêndin denên ta le encamda bibne gewrey kurdan:

êsteke amîranî kurdistan
her le botanewe heta baban
ew hetîwanî mektebin yekser
kurdekan bar deken wekû maker

ḧacî tews û pilar degrête ew zanayaney ke kurdin û be zimanî kurdî nanûsin û em mîsale becê û cwan û kemêk tund û tîjeyan bo dehênêtewe:

wek mirîşkê ke eqłî neyhênê
bêtû cûckey mirawî hełbênê
wek bigate kenarî cogeleyek
nayete şwênî bimrî cûcełeyek
cêy emî wişke, cêy ewî awe
têdega, qûn diřanî pê mawe

ḧacî ew şayer û beytibêjaney ke şê’ir û beytî kurdîyan danawe zor xoşwîstûn û řêzî lê nawin û pêy hełgutûn:

dû ’elîn şa’îrin wekû ḧesan
berdeşan û ḧerîre meskenyan

ew hêrşî birdote ser ew xwêndeware koneperistaney nexwêndeware hunermendekanyan lepêş çaw sûke:

êste me’lûme bo hemû mîllet
ey melay ders û muftî ummet
ême bêẍîretîn û bê’arîn
ewî neyxiwênduwe leme ’arîn

bemeřa dyare ḧacî çend nirxî bo edebî folkilorî kurdî danawe. ḧacî nawî zor şa’îr û xoşxiwanî kurdî be nemrî le dîwanekeyda hêştûne, ke daxî giranim beşî zoryan şwênewarekanyan fewtawin û nawîşyan le bîr çûnewe.

ḧacî qadrî hunerî zanîwe û lenêwan berhemî hunermend û jyanî taybetî ewda ferqî danawe û dełê:

melkeqoř û ḧîmarî ba bednawîş bin
şê’ryan cwane bes nîye kurdin
gerçî bednawin û gelê wirdin

ḧacî nemir le nameyekda ke bo doste xoşewîstekey, «celîzade»y nûsîwe basî mîkirob deka. ewe le zemanêk daye ke dermanî derdî mindałe nexoşekanî kurd bełẍem û tifî şêx û toz û xoł û daruberdî ser çak û kuteşałî seyd buwe.

ḧacî qadir le qûłayîy diłyewe îmanî be dêmukirasî hebuwe. basî dêmukirasî le wiłate pêşkewtuwekanda deka û dyare ewpeřî awatî eme buwe řojêk řêjîmêkî ewto le wiłate paşkewtuwekey ew, dabmezrê:

le tegbîrî umûrî miłkî xoyan
şerîkin pînedoz û şwan û gawan
le coşîn û xiroşîn pûre hengin
be min çî kafirin yaxo feřengin

wa dyare ḧacî lebarey sosyalîzmida şitî zanîwe. ewe bo min gelêk cêy řaman û bîrkirdineweye. aya nûsînekanî «markis» û «îngils» û hawbîrekanî ewan lew serdemeda be zimanî ’erebî û turkî û farsî ke ḧacî lew sêyaneda şareza buwe terceme kirawin? ya ḧacî be pîrî fêrî zimanî dîkeş buwe. hîç kam lem dû şikane dûr nîn. çunke estembûł lew kateda nawendî řoşnibîrî řojhełat buwe. em şê’raney xwarewe temaşa ken ta êweş wek min bikewne dûdłîyewe:

wekû bîstûme bo def’î mesa’ib
wehay tegbîr kird ew fikirî sa’îb
hemû gewrey wîlayet bibne eḧbab
wekû şexsêkî waḧîd bin leher bab
hemûyan bibne yek te’lîm û nûsîn
weyek berg û ziman û řesim û ayîn

aya em kesaney ḧacî be şa’îrêkî nasîwnalîstî tund denasin hîç bonî sosyalîstî lew şê’rane, naken? gutim ḧacî qadir zor wirya û bîrtîj û dûrbîn buwe dûrî bîrkirdotewe û baş le mesa’îl geyîwe. fikirî zor lepêş xełkî sakarda buwe. êsta bo selmandinî qisekem debê gelêk bigeřêmewe dwawe û lapeřêk le mêjûy xwênawî netewekeman hełbidemewe.

wek dezanîn le sałekanî 1918-1914da natebayî nêwan împiryalîstekan şeřêkî cîhanîy gewre û mał wêrankerî hełgîrsand. piřîşkî agirî bê’amanî şeř kewte kurdistanî xoşewîstîş û wiłatekeman bû be meydanî şeřî nêwan tezarîzmî řûsya û dagîrkerî ’usmanî lelayekewe û împiryalîzmî fêławî îngilîs û ’usmanî lelayekî tirewe.

’usmanîyekan ke dost û hawpeymanî împiryalîzmî ałman bûn, be aşkirayî bo qazancî ewan beşeř dehatin. ew şeřeyan naw nabû «xeza» û be byanûy dînewe şêx û mela û meznekanî kurdistanyan firîw da û kirde nokerî bê cîre û mwacîbî xoyan. lew şeředa wiłatekeman sûta û xapûr kira. netewekeman qiř bû û lebirsan mird û gewretrîn zyanî mêjûyîman pêgeyşit.

tenya le mukiryan çend kes be řaberî serdarî mukirî û şêx baba neçûne jêr barî piřupagenda û diro û delesey ’usmanî, serdarî mukirî «ḧeme ḧusên xan» ke nîsbet be zemanî xoy pyawêkî aga û syasî û xwêndewar buwe. le meseleke geyştuwe û zanîwyetî «şeř leser lêfey melaye» nek leser dînî îslam û wîstûyetî ewendey boy dekirê netewekey bêlayen bihêłêtewe. bełam ałahełgiranî îslam û xezakerekanî ’usmanî, ew û şêx baba û ḧemexanî banî û seyfeddîn xanî seqzyan bew tawane î’dam kird.

ca bizanîn ḧacî nemir, ḧacî zana û pêşkewtû ke lew serdemeda êsk û pirûskîşî řizîwin çend lewey pêşda le fêł û tełeke û xirapey xelîfekanî ’usmanî geyştuwe ke dełê:

eme ker mîze dełên warîsî şer’î nebewîn
hemû ’ebdî senemin basî meke gewrekeyan

ya:

ta lejêr bendî řomyan negirin
zeḧmete qedrî beytî min bigirin

ya:

řûmî wekû girêy mûn kes piştyan pê nebestî
kewtûne dawî xoyan pejmurde man û ḧeyran

gewre gewrekanî ew serdemî kurd qedrî beytî ḧacîyan nezanî û dîman çon lejêr barî řûmîyan mirdin. dyare mebest le gewre gewrekan, şêx û mela û xan û aẍa û beg û paşakanî kurde. çunke nabê lebîrman biçê ke lew serdemîda komełanî xełk çi řołyan nebuwe.

ḧacî ew hemû bê’agayî û kemterxemîyey dîwe. le nezanî û nexwêndewarî û dwakewteyî netewekey geyîwe, keçî nahumêd nebuwe û behîwa buwe řojêk le şê’rekanî bigen, xebat biken û řizgar bibin û qedrî ew bizanin. xemî ewey buwe ke ew řoje be çawî xoy nabînê:

ḧesretim her ewe le dinyada
ḧacî demrê be dewretan naga

ew çawenořî hîç padaştêkî madî nebuwe û beřastî lepênawî geyştin be amancî pîroz û awatî berzî xoyda wazî le hemû xoşyêkî cîhan hênawe û lew bareda dełê:

min le diłsozî em qisane dekem
wer ne, peşme le lam, hemû ’alem

ḧacî zanîwyetî netewey kurd, ba paşkewtûş bê, ba le karwanî şaristanîş becê mabê, tewjimî mêjû pałî her pêwe denê û berew pêşî deba. ca ew demî xełk le qisey ḧacî dega:

em qisey êste ’eybî lê degirin
ew demeş dê zemanê boy demirin
em be ew ew be em dełê kake
seyrî qanûnî ḧacî çen çake
her çilonê îşaretî fermû
wek keramet hemûy weha derçû

beřastî ḧacî lew zemanîda qanûnêkî nwêy hênawete kayewe û xoşî nirxî karî xoy zanîwe û têgeyştuwe şê’rekanî le kurdistanda şořş berpa deken:

ḧacîye û şê’rekanî wek kawe
řojê dêtin diřefşî hełdawe

dîsan le cêgayekî dîke be beyanêkî şa’îrane û cwan dełê:

îtfaqî diłberêkî bê keder
ḧacî enwa’î lîbasî kirde ber
bê cyaz û mareyî deyda be şû
lew hemû kurdane daxwazî nebû
’aqîbet deyxiwazin û emma demî
pîr buwe nazê, kel û kome demî

ḧacî ’îşqî gel û nîştimanî lê bote sewda û behîç corê xoy bo zewt nekirawe û neytiwanîwe bêdeng danîşî û qisey çakî her bo kirdûn û ta mirdin wazî nehênawe:

bese ḧacî dûsed hezar def’e
pêm gutî: em qisane bênef’e
çake her çonî to dełêy waye
têbge em qisane xořaye
quřî kam cê bikem beser xomda
ewe lêm bote ’îlletî sewda
be qisey çake destyan degirim
terxî nakem be lome ta demirim

ḧacî zor başî zanîwe ke çwarçêwey nezim bo derbiřînî bîruřay syasî û ti’urî felsefî tengebere. yekem şê’ir leber dekirê û deparêzrê û kemtir lenêw deçê. duwem ḧacî wîstûyetî zûtir kurd pê bigeyenê. carê her em wesîle buwe. zor aşkiraye lew serdemîda îmkanî ewe nebuwe hîç kitêbêkî felsefî û syasî be kurdî biław bikirêtewe û leçap bidrê û xełk bîxwênnewe. boye ḧacîş le axrî temenîda biřyarî dawe her be kurdî binûsê eger çend dêře şê’rî farsî heye î heřetî lawetî û feqîyayetî ewn. beçî dyare em însane xawen bîre, bîruřay felsefî û syasî xoy nenûsîbê. bełam paş ḧacî çi mîratêkî ewman pê geyştuwe û des kewtuwe?

ḧacî wek be hetîwî û henasesardî gewre bû û pê geyşit, her wa be hejarî û nedarî û bêkesî le wiłatî ẍerîbayetî serî nayewe û tenanet nazanîn le kwê nêjrawe û gořekey pê nazanîn. bełam têkoşeran û řûnakbîranî êstay kurd be mamostay şê’rî şořişgêřaney dezanin.