’elî aşq

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 14 Xulek  1778 Dîtin

hêşta law na, mêrmindał bûm, le kone beyazêkda parçe şê’rêkî farsîm xwêndewe û leberim kird, êstaş lebîrim mawe, çunke bedłimewe nûsawe, egerçî bedaxewe, nazanim şa’îrekey kêye? řaste em parçe şê’re leçaw sen’etî şê’rîyewe zor puxt nîye û şa’îrî sen’etkar hîç katêk «cist» û «gifit» nakate qafye û «afẍan» û «şitaban» be qafyey «şaygan» dezanê, bo xoşim egerçî wek carî dîkeş gutûme û dełêm qafye le şê’irda merc nîye, bełam kêş merce û ewe ke şê’ir le nesir hełdawêrê. pêm waye em şa’îraney, şê’rî ’erûzî dełên debê betewawî řî’ayetî qafye û ředîf biken. emma em parçe lebarî nêwerokewe gelêk piř û dewłemend û behêz û hest bizwên û kurte:

şinîdsitim kih micnun dil afgarFarsî
çu şid az mirdin lîlî xibirdarFarsî
girîban çak zid ba ah û afẍanFarsî
bih swî tirbit lîlî şitabanFarsî
dir’anca kudkî dîd aystadihFarsî
bih hir ca çişim ’ibirit birgişadihFarsî
siraẍ qibir lîlî ra az aw cistFarsî
himan kudik bixindîd û bidu gifitFarsî
kih ay micnun tu agir ’işq budîFarsî
z min kî ayn timna mî nimudî?Farsî
myan qibirha ra cisticu kinFarsî
z hir xakî kifî birdar û bu kinFarsî
z hir xakî kih bwî ’işq birxastFarsî
yiqîn dan tirbit lîlî dir ancastFarsî

benawbangitrîn çîřokî diłdarî le řojhełatda dastanî leylî û mecnûne, kem şa’îrî ’ereb, fars, turk û kurd debînî ke yadî em girawî û diłdaraney nekirdibê. kem kes heye qeysî ’amîrî ke be mecnûn nawî derkirduwe, nenasê û nezanê ew lawe ’erebe aşqî kiçe ’erebêk buwe, bawkî kiçeke ke le ’êlêkî bedesełat û zordar û dewłemend buwe, kîjekey nedawe be mecnûn û dawyetî be pyawêkî wek xoy dewłemend. qeys le swêyan şêt buwe, xêł û hobey becê hêştuwe û řûy le çoł û bêrûnan kirduwe û le însanan bêzar buwe û xûy be gyandaran û diřinde û weḧşîyekan girtuwe û şê’rî be girawîyekey xoy hełgutuwe.

dastanî leylî û mecnûn bote hewênî şê’rî zorbey şa’îranî řojhełat û, leřêgay edebî şerqîyewe çote nêw edebî ẍerbîyewe. bebřiway edebdostan û şê’irnasan mamostay meznî edebî farsî nîzamî gencewî goy hunerî le hemû kes řifanduwe û girewî birdotewe û ew dastaney le gişt şa’îran baştir dařiştuwe.

qewmîyetî nîzamî ta êsta bo kes saẍ nebotewe û kêşey lesere. fars dełê farse û bełgey bedestewe: «pinc ginc» û şwênewarekanî dîkey nîzamî webałî bo dekêşin. turk dełê bem delîley ke gořî pîrozî denêw êmedaye û le şê’rekanî řa derdekewê afaq xanmî jinî le cinsî êmeye dyare turke, her boyeş gumbezman leser dirust kirduwe û řazandûmanetewe. kurdî do nedîwî hejarîş dełê xuşkezay xome û em şê’reş be bełge dênêtewe:

çun madir min ri’îsihٔ kirdFarsî
madir siftanh pîş min mirdFarsî

dirêjdadřî deka û dełê em pendey pêşînyan řaste ke gutûyane: «xałan xwarza mezin kird, maman biraza bizir kird». nîzamî lejêr sêberî xało ’umerîda, perwerde buwe û pêgeyîwe ke wa bû kurde. minîş dełêm kabra gutenî hîçyan pyawî diroye nîn. hersêk delîlyan heye û keyxudayîyan lenêwan dekem û dełêm:

nîzamî lewey meznitire le çwarçêwey tengî netewayetîda biguncê û peywendî be mirovayetîyewe heye: hunerekey mayey şanazîy însanîyete û be şa’îrêkî mezin û pyawêkî gewrey binasin û kêşey leser meken.

nîzamî bo xoşî hestî netewayetî û berçawtengî be şê’rekanîyewe dyar nîye. bew hemû şwêneware cwane farsîyewe minet leser fars naka û nałê: «’icim zinde kirdim bidîn parsî». ewînî betînî jinekey ke dyare çendî xoş wîstuwe û paş mirdinî çi şînêkî bo gêřawe berew «pan turkîzmî» nebirduwe. naz û newazîşî daykî û nan û nimek û ciluberg û perwerde kirdinî xałî neykirdote kurdêkî řût. řenge hersêk zimanî zanîbin, şê’rekanî şahîdin ke nek her farsî zanîwe bełkû le řêzî gewretrîn şa’îranî farisdaye. edî be çi zimanêk degeł afaq xanim dwawe? dezanîn turk zor bezeḧmet fêrî kurdî û farsî û zimanî dîke debin, ew jine xoşewîsteşî xo keř û łał nebuwe, dwandin û lawandinewe û nazkêşanî wîstuwe. em çîřokaney daykî be mindałî boy gutûn be aşkirayî le şê’rekanîda řengî dawetewe wek lem şê’reda derdekewê:

kirdî xirkî bih ki’bih gim kirdFarsî
xir baz bicist û aştilim kirdFarsî

ke wa bû kurdîşî zanîwe.

xanî şa’îrî meznî êmeş dastanî benawbang û diřamî kem wêney mem û zînî leser usûlî nîzamî dařiştuwe, şê’rekanî leser kêşî leylî û mecnûnekey ewn û dyare lejêr te’sîrî nîzamîda buwe. bełam cyawazîyekî zor lenêwan em dû dastaneda heye. lebarî řwałet û şêweda, nîzamî le pêştire, herçende nezmî xanî çepî deber nezmî nîzamîda nîye, kêş û qafyey herdûkyan ta destî leser dabnêy swar û řewan û parawe. emma zimanî nîzamî le zimanî xanî swawtir û lêk û lûstir û leber diłantire. bedaxewe kurdîyekey xanî wişey ’erebî řeqî namoy way têdan ke qamûsî fêruzabadîş neygirtûn. eweş herwa bê binos û ’îllet nîye. xanî le serdemî desełatî binemałey sefewîda jyawe û hemû farsîzanêk dezanê lew serdemeda zimanî farsî tûşî çi paşekşe û tenganeyek buwe û dyare zimanî kurdîşî degeł xoy berew hełdêr birduwe. dena zimanî kurdî ewendeş hejar û kem wişe nîye, hênde qerizdarî zimanî dîke bê.

bełam lebarî nêwerokewe bê te’esûb, dełêm: «xanî le pêştire» eweş le xořa nałêm. qaremanî çîřokî leylî û mecnûnî nîzamî herdûk ’ereb bûn. ewîş herçend zor zana buwe, tebî’îye neytiwanîwe wek ’erebêk şarezay řêwşiwên û çilonayetî jyan û ferhengî ’erebî bê. xanî çîřoke nayabekey le beytêkî kurdî wergirtuwe û qaremanî kurdî hełbijarduwe. boye heta pêy kirawe xoy le efsane parastuwe û berew waqî’ çuwe. tenanet eger bewrdî serinc bidene diřamî mem û zîn botan derdekewê le zor cêgayan ke hatuwe le waqî’ dûr bêtewe le’estoy xoy dařnîwe û dełê: «bîstûme, boyan gêřawmewe û ya xewnyan dîwe». xanî hejarperwerî û dîfa’ le bêdesełat û çewsawanî geyandote řadeyek ke hêndêk kesî dyare nezanî hênawete ser em biřwaye ke ew sêsed û penca sał pêştir bîrubaweřî çepî buwe!!!

xanî wêdeçê xerîk bûbê wek nîzamî pênc genc binûsê. ca twanîwyetî û şwênewarekanî cige le mem û zîn bizir bûn û lenêw çûn, boman řûn nîye. her ewende detwanim biłêm ew ke le çil û çwar sałîda mem û zînî tewaw kirduwe, debê pêş ew bem diłe piř heste û bew teb’e řewanewe, şitî dîkeşî nûsîbê, newbehar beşî ewendey meḧtel nekirduwe ta çil û çwar sałî her ew dû şwênewarey bê. çil û çwar sał temenêkî nêwincîye, eger pitir jya bê ke hîç řûn nîye paşanîş debê şitêkî dî le paş becê mabê. emma çiman be destewe nîye dîsan wek kurdêk şukiranebjêrim, ewendeşman ledesda heye.

bêguman xanî le nîzamî fêr buwe ke ledwayî mem û zînda sałî tewawkirdinî kitêbekey û temenî xoy bikate şê’ir û biłê:

lewřa ku dema ji ẍeyb fek bû
tarîx hezar û şêst û yek bû
îsal gehşite çil û çaran
wî pîşrewê gunahkaran

pêm waye mamostay xwalêxoşbû seccadî ke paş mirduwan her řeḧmet başe, xirap lem dû şê’re geyîwe be boçûnî min, xanî le 1061da mem û zînî tewaw kirduwe û ewdemîş xoy çil û çwar sałî temen buwe. ew kesaney be gotre şit nanûsin û kemêkî bîr lê dekenewe û mêjû dexwênnewe dezanin ew serdeme řeştirîn serdemî mêjûy kurde. çunke serdemî kêşe û şeřî nêwan dû dewłetî bedesełat û zordar û leknexo misułmanî ew kate buwe. şeřî beynî sefewî û ’usmanîyekan zyatir le kurdistan û leser zigî kurdî bestezman û lêqewmaw kirawe. zułim û zorî sitemkaran û lêqewman û bêhêz û bêdesełat lew serdemeda hestî netewayetî xanî bizawtuwe ke le dîbaçey mem û zînekeyda derî biřîwe û dełê:

ez mame di ḧîkmeta xudêda
kurmanc di dewleta dinêda
aya be çi wechî mane meḧrûm
bîlcumle ji bo çi bûne meḧkûm

hestî netewayetîy xanî hestî kwêrî nasîwnalîstî nîye. hestî însanî şa’îrêkî ḧesas û beşerdoste ke netewekey xoy xoş wîstuwe û be meḧrûm û meḧkûmî dîwe û zigî pêy sûtawe û dîfa’î lê kirduwe. xanî însanî xoş wîstuwe û sitem û naḧeqî em hestey têda bizwanduwe ke le bedbextitrîn û mezlûmtirîn însanî kurd piştîwanî bika.

nîzamî û xanî wek dû şa’îrî musłiman le pêşekî kitêbekanyanda ḧemdî bînayî çawan û awdêrî dêmekaran, xuday meznyan kirduwe û be xoşewîstîy xuda û pêẍemberî gewre û nazdar û pyawçakyan hełgutuwe û herdûk lew baseda serkewtûn.

bełam ke wek şa’îrekanî pêşû hatûne ser basî mîr û meznan, betewawî lêk cwê bûnewe, nîzamî pêy hełgutûn ya ewpeřî gileyî lê kirdûn, bełam xanî be azayetî kutawnî û tawanî kwêrewerî û çermeserî hejaranî bêderetanî xistote estoy ewan.

le baqî mebestekanî perawêzî dastanekeyda xanî wek ’arîfêkî lêzan û diłsoz dwawe û ewende bexşinde û beřeḧim buwe ke tenanet bekire mergeweřî bedfeřî, paş kujran û bûn be çeqłî mem û zînan, bexşîwe û be xewnî pyawçakêk kirdûye be derkewanî derkî koşkî beheştî mem û zînan. řenge xwêner weřez bûbê û pêy wa bê zorim dirêjdadřî kirduwe. bełam min pêm waye zorim mêşkî xom kuşîwe ta em base kurt bikemewe û biçme ser basî ’elî aşq. řast bê ya efsane «degêřnewe zemanî zû le awedanîyekî em kurdistaneda lawêk jyawe ke nawî ’elî buwe. ’elî gîrodey dawî ewînî kiçî melay awedanî buwe. melazadey şox û şengîş diłî be ’elîyewe buwe. ewînî ew kuř û kiçe wek ewînî leylî û mecnûn û mem û zîn, ewînêkî pak û xawên û asmanî û dûr le hewa û hewes buwe. xwazbênîkerî nardûne ser kîjî mela. bełam şofar û řyabaz û dûzman ke hemîşe bûn û wa zûş binebiř nabin, çûn dekełîşey mamostawe û neyanhêştuwe kiçekey bidatê û pêyan selmanduwe melazade bo borepyaw nabê.

kuřî sewdaser wek qeysî ’amîrî le swêy girawîyekey ke bedaxewe nawî nazanîn şêt û dîn debê û awedanî becê dêłê û des rekêwan deda. nembîstuwe degeł kêwyan bibête hawdem. bełam şew û řoj be şaxanda geřawe û beyt û baw û lawik û ḧeyranî kurdaney be yarekey hełgutuwe.

cêy daxe lewane çiman wedes nekewtûn. be çeqale, bełałûke kêwîlke, gêwij û kirosk û gya û gułî kwêstanan jyawe, carubar şwan û gawan û řewkewan nanî řeqyan be xêra xoyan dawetê, çend wa mawetewe řûn nîye. kiçe melaş hemû ḧełałî dunyay le xoy ḧeram kirduwe û qet le jûr nehatote der û kesî nedwanduwe û şew û řoj giryawe.

melay musłimanî kurd zigî pêyan sûtawe û bezeyî pêda hatûn û kiçekey be zoremlê nedawe be kuřî aẍa ya kuře melayekî wek xoy, ya bazirganêkî dewłemendî şar, bo xoy webendenan kewtuwe û ’elî ke îtir be ’elî aşq nawbangî řoyîwe û be hezar zeḧmet dozîwyetewe, diłxoşî dawetewe û bełênî dawetê çîdî be qisey dûzman û şofaran neka û kiçekey bidatê. ’elî aşq hatote awedanî, mela nuştey bo nûsîwe, daykî serî depław û goştî girtuwe, deste birakanî dewryan dawe û qisey xoşyan bo kirduwe ta jîwełe botewe û hoşî hatotewe serexo. melaş bo xoy kiçekey lê mare kirduwe û be ciluberg û cyazî xoy boy swar kirduwe. swarî kurd řimbazênyan lepêş kirduwe, teqłeyan dakutawe û cilîtyan hawîştuwe. deste xuşkekanî semayan lepêş kirduwe, daykî zawa û pîrêjnekan awêneyan berew řûy řagirtuwe, berbûk swarî espî barge buwe, xizim û kesukarî pyawî ’elî le serbanewe şabaşyan beserda heławîştuwe, mindał têk werûkatûn û şabaş û nuẍił û nebatyan kokirdotewe, bûkyan leser kursî dabezanduwe. dû biraza pîlyan girtuwe û berew perdûyan birduwe. lew ḧałeda ’elî leber bêłaye řawestawe û destî le binagwê nawe û em bendaney pê hełgutûn:

meclîsî aşqan gîrawe

saqî lenêw řawestawe

pyałey ’îşq noş kirawe

bexêr hatî perîzade

bexêr hatî

beser çawî demin hatî

be çîm zanî ke to hatî

be dengî toq û xirxałan

’elî ’aşiq!

eger ’îşqit zimanî bê

sedcar ’umirit zû fanî bê

ḧeyfe îxlas penhanî bê

melazade bexêr hatî!

mutrîb! lê de bînay sazit

bextit sûtê lebo nazit

cûtê saqî gware zêřn

mey le meyxanan degêřn

aşqan leřê werdegêřn

qurbanit bim ey bay wade

tara leser leylim lade

be destûrî ḧakim zade

mecnûn yekî derdedar bû

be tîrî ’îşq giriftar bû

çunke leylî wefadar bû

mecnûnekey le kêwanim

daym dił piř le hîcranim

bo xałî leyl perêşanim

xozgem be ferhadî çînê

xerîke le seng taşînê

ewîş bo ’îşqî şîrînê

qurbanit bim şemał were

ew kaẍezem lebo bere

bîde be destî diłbere

saqîm dewê şerab bênê

’eksî xoy têda binwênê

înnalîlay lê bixiwênê

bew çawe gyanim destênê

ke degate êre şadî merg debê û gyanî pakî be xuda despêrê û leber derkî perdû dekewê.

ewe bû serguriştey ’elî aşq mecnûnî kurdewarî. le beytekanî kurdîda zyatir girawî şînî bo kuře ḧeyran gêřawe, wek şînî zîn bo mem, şînî xanzad û xezał bo las, şînî xec bo syamend, şînî sincan û ayşeguł bo swarî xoyan lêreda şînî kiçe mela bo ’elî dyar nîye. dezanin debû çi şînêkî bo bigêřê? be’awatewem ke deng xoşe kurdekan em bendane wêřay ahengî şimşałêkî meḧzûn biłên û şa’îre lawekanman em çîřoke bikene dastanêkî şê’rî dirêj. bo serçawey dastanî mem û zîn û leylî û mecnûnî nîzamî her beytêkî wa nebuwe?