zorzanîş behełe deçê
witarekey mamostay mezin û zanay kurd tofîq wehbîKes beřêzim le gowarî perwerde û zanistida weberçaw kewt û serincî řakêşam. paş yek dû car xwêndinewe û çend car pêdaçûnewe her çonêk bû şitêkim lê hełkiřand.
xuda mamostay gewreman řawestaw û paye beriztir bika. xoy řêçkey bo şikandûyn û fêrî kirdûyn řexne bigrîn û le hełey ziman nebûrîn. ke wa bû eger kurdêkî sakarîş řexney le mamostayekî zorzan girt; ne berdî be kabe dadawe, ne kufrî çwar îmamanî kirduwe û ne debê sengesar bikirê. çunke carî waye zorzanîş behełe deçê.
paş şêw û werd danewey puxt û wirdî witarekey mamosta hatme ser em biřwaye ke maşałła hezar maşałła mamosta lew dûrułate wa le «zansistî» xoyda sûtawe û hełçizawe û ewende tund leber řaçuwe ke bê ewey xoy hest bika wek hemû însanêk tûşî hełe debê, dyare hełey pyawî wa benawbang û cê gewreş wek hełey êmemanan nîye û zyanî gewre degeyenê.
la ḧya’ fî aldîn, perjînêkî qaym bê, witarekey mamostam zor şipřize û şipřêw hate berçaw, řenge deryay bêbestênî zanistî mamosta wa şepołan bida ke edebî têda nuqim bûbê û mamosta hênde zimanî bêgane fêr bûbê ke kurdîye sakarekey xomanî lebîr nemabê. ya eweyan pitir wêdeçê, zimanî zana û zimanewanan legeł hî bore pyaw û keře kirmancan ferq û cyawazîyekî zorî hebê.
min wam lêk dabowe ke mamosta le katî nûsînî em witareda be farsî bîr kirdotewe û be kurdî nûsîwyetî. çunke şêwey dařiştinî řistekanî zyatir wek farsî deçin ta kurdî. bełam kurdêkî îngilîzîzanî xwêndewar deygut na mamosta be îngilîzî bîr dekatewe û be kurdî denûsê.
ca her çonêk bê qisey min bê ya hî ew mamosta be farsî bîr bikatewe ya be îngilîzî em řastîye nagořê ke řistekanî witare benirxekey mamosta zorbeyan kurdane daneřêjrawin û tamî kurdî naden dełên na, fermûn yez dûre gez nîzîke em ’îbarete serlenwê bixiwênnewe û ḧukmî leser biden. «leber ewe dan nenan behełey zimanîda paş ewe pê zanra gunahêke lê nebûrdinî». carê ba karman bewe nedabê řisteke mebest be destewe nada û «dan nenan» manay î’tiraf nekirdin û pê lê nenane, nek çaw lê poşîn û xo gêl kirdin ke wadyare mebestî mamosta buwe. min dełêm řisteke kurdane daneřêjrawe û çakî ser negîrawe. «gunahêke lê nebûrdinî» wişekanî hemû kurdîn, bełam her kes kemêk farsî bizanê tê dega mamosta «ginahîst nibxişudnîFarsî» farsî le mêşkîda dařiştuwe û gunahêke lê nebûrdinî be qełemda hatuwe. dena bo xatrî xuda kurdî çon wa denûsrê? witare benirxekey mamosta bedaxewe wişey kilk û gwê biřaw û řistey şêwawî tirî têda hen. bełam nakirê leser yek yekî ewan bidwêm. kurd gutûyetî «çi kewêjêk çi mewîjîk?».
şitêkî tirim belawe seyr bû ewîş eweye mamosta ke be kurdîzanêkî gewre nawbangî řoyîwe. çone lem witareda bê ewey damabê û naçar bê wişey bêganey bekar hênawe. bo nimûne lebatî «netewe» ke kurdyêkî řesene «qewm»y ’erebî û lebatî «nêwan», «meyan»y farsî nûsîwe.
dyare min lew kesane nîm pêm waye nûserî kurd heqî nîye le katî naçarî û pêwîstîda wişey bêgane bekar bênê û her ke wişeyekî bêganem lenaw nûsrawêkî kurdîda řeçaw kird, pêm wabê asman kołekey peřîwe û qîble keç buwe û pirdî qyamet pisawe.
bełam bew ḧałewe be heqî xomî dezanim řexne le mamosta tofîq wehbî bigirim, çunke ew lew kesane bû ke řêçkey petî nûsînî text kird.
min le serdemêkda xerîkî kurdî fêrbûn bûm ke pirşingî gelawêjî geş xerîk bû wirde wirde asoy lêł û temawî zimanekeman, řûn û řûntir bikatewe û folkilorî edebîman bibûjênêtewe û edebekeman berew pêş berê û berdî binaxey zimanî yekgirtûy kurdî dabmezrênê.
kurdî sakar dełê gunahêke bo lê bûrdin nabê, gunahêke lê bûrdinî nîye, gunahêke nakirê lêy xoş bî. bebřiway min ew kesaney řiste leser şêwey zimanî bêgane dadeřêjin pitir zyan degeyenin lew kesaney wişey bêgane le kardênin. bedaxewe debê biłêm ke em metirsîye heřeşe le zimanekeman deka û zorîşî pere girtuwe.
mamostay beřêz, dîsan nûsîwyetî «min bem çend wişe pêşekîye wîstim zemîn amade bikem bo ewe ke gileyî nekirê lêm ke des bideme kołînewe le...»
min cûtyarî kurdim dîbû zemîn amade bika bo çandinî tûr û gêzer û çeqandinî tûtin û temate. bełam le zanay kurdim nebîstibû zemîn amade bika, boye serim lê şêwa û le diłî xomda gutim: xudaya zemîn amade bikem lêreda çi manayekî heye? xuda řawestawî bika mamosta le dawênî witarekeda manay lê dabowe.
zemîn amade bikem: ḧazir kirdin «nemirdîn û em core mana lê daneweşman dî» têgeyştim mebestî mamosta debê «zemîne»y farsî bê ke zorcar le kurdîda bekar dehêndirê. bełam xwa heqe êstaş nemzanîwe mamosta bo wek beytałî teřdest baskî lê hełmałîwe û kilkî peřanduwe û nergizey biřîwe û nijdî kirduwe?
bełam her lew kateda mamosta û hawkarekanî le dengî gêtî tazeda xerîk bûn fêrî kurdîy petî nûsînman biken. her ew pele pele û kurdîy petî nûsîne bû becarêk řayeł û poy têkdayn û serî lê şêwandîn û şa’îr û nûsere lawekanmanî behełe bird, ta geyşte cêgayek şa’îr bibê be hestyar û şê’ir bibê be hełbest û qafye bibê be serwa û xizmet bibê be řaje û îmza bibê be wajû û êstaş her nebřêtewe û tozî her bika.
mamosta ew demî êmey fêr dekird ke be hîç cor tuxunî wişey ’erebî nekewîn û waman lê hat herçî ’erebî nebû be kurdîman zanî û ew xo le ’erebî parastine sedan wişey dizêwî bêganey xiste zimanekemanewe ke êsta boman le gêjew nadrên. keçî êsta xoy lebatî wişey kurdîy řesen û kon wişey ’erebî bekar dênê, řenge mamosta biłê em wişaney min lekaryan dênim zor swawin û bûne kurdî. bełam minîş ’erzî dekem boçî wişey dinya neswaw bû? nebbû be kurdî? hemû piřupîrêjnêk neydezanî? ey bo «gêtî» farsît lecê dana?
ba bêyne ser řayekey mamosta leser perwerde û zanist, eger pêwîst bê, «altirbîة û alim’irfةErebî» řast û řast bikeyne kurdî ewe řayekey mamosta řaste ne perwerde «altirbye»ye û ne zanist «alim’irfةErebî»ye. bełam bedaxewe ezîş pêşnyarekey ewm pê řast nîye. çunke ne perwerîşt be kurdî dezanim û ne şinasayî.
perwerîş nawe, çawgeyekî farsîye. em nawe çawganey ke «ş» debête paşgiryan le farsîda yekcar zorin û taybetî em zimanen. dyare hatûnete naw kurdîşewe, bełam zor behasanî denasrênewe, biřwa nakem bew hasanîyeş ke mamosta fermûyetî bitwanîn byankeyne kurdî. yanî be labirdinî jêr û zyad kirdinî «t» şikłyan bigořîn.
bełam lem diroyeda min nazanim bextyarî çonyan lekar dênin. bełam ewe çend sałe le kurdistanî êran û ’êraqda wişey şorîş bote binîşte xoşke û le kesim nebîstuwe biłê şořişt. eger mamosta wek zimanewanêk em karey pê řewaye ke zimanî gelêkî tir biřûtênêtewe û zimanî xomanî pê biřazênêtewe le çî řawestawe hemû em nawçawgane weber destûrekey xoy bixa. kurdî dewłemend bika û farsî leser sacî ’elî dabnê. dena em kilk peřandin û kilk lê nane bêsûde. ca ew demî mamosta detwanê lebatî perwerişt û şinasayî. amuzişt û perwerişt pêşnyar bika. hem xoy biḧesênêtewe û hem ême. mamosta dezanê le êranda «amuziş û pirurş» ewe çend sałe cêgay «ti’lîm û tirbîtFarsî»y girtotewe eger destûrekey mamosta řast bê ferqêk lenêwan «amuziş, gincayş alayş, girayş û pirurşFarsî»da nîye.
le kurdistanî êranda nek her le erdełan bełkû le zor şwênan wişey şinasayî bekar dehênin. bełam ewe bełge nîye bo kurdî bûnî em wişeye. le kurdistanî ’êraqîş beşî zor îş bekar dênin lebatî kar, bełam îş her turkîye.
mamosta nûsîwyetî «wişey zanist lepaş cengî gêtîgrî yekemewe biław botewe le nawmanda. bê ewey le kwêwe hatuwe û bepêy kam made dirust buwe, ême êsta peyman bewe birduwe ke şiklî zanist ẍełetêkî destûrîye. em wişe ẍełete, hebê û nebê lelayen kesêkewe hawêjrawete zimanekemanewe ke herçende agadar nebuwe le fonolojî kurd û farsî, zor be peroş buwe bo biław kirdinewey kurdîy petî le silêmanîda ew kese ya feylî buwe, ya kelhûřî ya lekî»
minîş ewendey lê zyad dekem û dełêm: ew kabraye hem zor geřîde buwe û hem zor bedestełat çunke ew wişey her le silêmanîda nekirdote baw û beşêkî zorî kurdistanî pê girtotewe.
degêřnewe dełên ḧerîq şa’îrî bêbeş û çareřeşî kurd, carêk derdî diłî dekird û deygut: bo parwe nanêk hemû gundêkî kurdistan geřawim bełam nazanim serim be hemû małêkda kirduwe ya na? minîş wek ḧerîq geřîdem û her lepişt tepî tenîşt mehabadewe ta dergeznî nîzîkî silêmanîm dîwe û temaşa dekem ew kabrayeş dê bwêrî nekirduwe û be zebrî kutik wişey zanistî beser hemû danîştiwanî ew mełbende firawane dabřîwe. bełam zor pêş şeřî yekem řast ya ẍełet zanist be manay ’îlim beşêkî zorî le kurdistan tenîwetewe. bełam zanist pêm waye cige le mamosta be zimanî kesda nehatuwe minîş nazanim zanist bepêy kam madey destûrî dirust kirawe bełam herçî kêşam û pêwam her sê nuxtey le zanişt kemtir bû. nazanim bo eweyan ẍełete û ewyan řast.