mamostay şa’îranî mukiryan
wek agam lê bê beserhatî em şa’îre mezne lelayen lawêkî zana û edebdost û lêzanewe be dûrudrêjî nûsrawe û şê’rekanî be wirdî şî kirawnetewe û nexşî berçawî em gewre pyawe le edeb û syasetî nîwey yekemî çerxî bîstemda, betewawî řûn kirawetewe. ba em nûsraweş carê çap nekirabê û biław nebûbêtewe. min lexom řanedî lem bareda bo xatrî dû şit çi binûsim. yek nemwîst řencî ew befîřo bidem, dû, min lew babete nûsîneda şarezanîm. lem biřwayedam her karêk debê pispořî xoy bîka.
hetaw herwa lebin hewrda nabê, kurd her wa bebê beşî û çareřeşî û lêqewmawî najî. ewîş her wa be nenasyawî namênêtewe řojêk her dê dîwan û beserhatî çap bikirê û lenêw netewekeyda baştir binasrê û tenanet peykerîşî bo dirust bikirê. her ewendem wîst çend nimûne le şê’rekanî bixeme pêş çawî xwêneran.
beşanazîyewe dełêm min be mêrmindałî û lawetî zor car em şa’îre meznem le nîzîkewe dîwe. le qise xoş û cwan û betamekanî, le şê’re berzekanî le pend û amojgarîye benirx û besûd û diłsozîyekanî gelêkim kelk wergirtuwe.
beş beḧałî xom û pêm waşe be hełe neçûm. em şa’îre be mamostay şa’îranî nîwey yekemî em çerxey kurdistanî êran û, betaybetî mełbendî mukiryan dezanim.
şa’îrekanî pêş êmey mukiryan wek şêx eḧmedî sirîlawa û duktor şewqî û xałemîn û seyd kamîl, eger neşłên bîrî netewayetî lewî fêr bûn dyare uslûbî lekarhênanî wişey řesenî kurdî û zimanî şwan û sepan û cûtyaryan lewî wergirtuwe. êmeş şa’îrekanî paş ewan wek hejar û ’etrî giłułanî û hêmin peyřewî ewanman kirduwe û dyare şa’îrekanî lawîş wek sware û hawar û meḧmûdî û mela ẍefûr, em řêřeweyan ber nedawe.
ebulḧesenî seyfî qazî kuřî mîrza qasmî qazî bira çukey mîrza fettaḧ û qazî ’elî û mamî pêşewa qazî miḧemmedî nemir û sedrî qazî şehîd û bawkî ḧeme ḧusên xanî nebez û têkoşer bû. gewre pyawêkî zana û řûnakbîr û xwêndewar û karame û be’ezmûnî mukiryan buwe. zyatir xerîkî karî syasî û komełayetî û kiştukał û miłkidarî bû. sûfî û diłteř bû, şa’îrî pîşey hemîşeyî nebû. keçî le řêzî şa’îre here berzekanî kurd dejmêrdirê, cige le zewqî şa’îrî komełnas û mêjûzan bû.
le şê’rî diłdarîda ke kemî bedestewe hen, şagirdî qutabxaney şa’îrî bêwêney, payeberzî, hełkewtey kurd «nalî» buwe. egerçî ẍezele teř û pařawekanî nagene ẍezelî nalî bełam be řaşkawî detwanim biłêm şagirdêkî başî em qutabxaneye û, zor kemtir le şa’îrekanî dîkey lasayî kirdinewey le şê’irda heye, pêşînyan gutûyane: «le şêr tirsan ’eyb nîye» şagirdî başî nalî bûnîş payekî kem nîye. nalî lew estêre piřşingidaraneye ke her be çend çerx carêk asmanî edebî gelêk řûnak dekenewe û nimûneyan lenêw hemû gelêkda heye. merc nîye hemû kes wek min bîr bikatewe. emma minîş bom heye biłêm herçend paş nalî gelî ême şa’îrî zor berzî hebûn. bełam hêşta lenêw kurdida şa’îrêk hełnekewtuwe cêy nalî piř bikatewe, meger daykî nîştiman ledwařojda řołeyekî wa şîrîn û nazdar û bilîmetêkî wa gewre û bêwêne le amêzî xoyda perwerde bika. bełam şagirdî başî nalî bûn hunere. seyfîş be şagirdêkî gewrey nalî denasim ke qutabxanekey behoy ḧerîq le mukiryanda bote baw. seyf hawdem û dost û şagirdî ḧerîq buwe.
seyfî qazî le şê’rî nîştimanî û şořişgêřaneşda yekem şagirdî qutabxaney şa’îrî nemir feylesûfî zana û řûnakbîrî kurd ḧacî qadrî koyî buwe. le mełbendî mukiryan şa’îrêk nanasîn pêş ew şê’rî nîştimanî, ewîş ewende ḧemasî danabê.
seyfî qazî xoy qutabxaneyekî nwêy le edebî kurdîda kirdotewe. be yekem şa’îrî kurdistanî denasîn ke bay dawetewe ser edebî folkilorî kurdî û be zimanî zeḧmetkêşan û řenicberanî ladê şê’rî gutuwe. têkoşawe te’bîrî nask û řesenî kurdane le şê’rî sakar û řewan û cwanî xoyda biguncênê. wişey petî û řesenî kurdî le karbênê û zimanekeman be çeşnêkî westayane û şarezayane bijar bika û, wişey bêgane û namoy lê derbawêjê û, be şayedî hemû zimannasêk lem kare benirx û bekelkeda zor serkewtuwe.
em şa’îre berze biřway wa bû û, biřwayekî řastîş bû, ke debê wişey petî û řesen le dê û le nexwêndewar fêrbîn û kêşî şê’ir le folkilorî kon wergirîn û te’bîr û ezmûnî kurdane bekarbênîn. bełam deygut em wişe bêgananey le konewe le kurdîda cêgay xoyan girtuwe û nexwêndewar têyan dega taze bûne kurdî û heq nîye byangořîn ya wederyan nêyn. ew dujminî bê’amanî wişe dataşînî naşyane bû û ew naşyaney lexowe nezanane, wişe dadetaşin be dujminî zimanî kurdî denasî. lem axraneda ke hêşta mabû û wişe dataşîn bibuwe baw. bo ewey tûřey bikey bes bû ke wişeyekî dataşrawî nařesenî nîşan bidey û bo ewey xenî bikey dîsan bes bû wişeyekî řesenî kurdî bo bidozyewe. tenya řexneyekî lebarî zimanewe lêy degîrê eweye ke her le lehcey mukiryanda zor şareza bû û leber nebûnî qamûsêkî kurdî kemtir agay le wişe cwan û řesenekanî şêwekanî dîkey kurdî bû.
qutabxaney seyfî qazî le kurdistanî êran betaybetî le mukiryanda şa’îrî ewtoy pêgeyandin ke zoryan be mamostay gewre nasrawin û le mamostakeyan tê peřanduwe. bełam heqî mamostayî beseryanewe heye, çunke eger ew em řêçkey neşkandiban dyare her leser řêbazî wefayî û edeb û ḧeyderî û ew core şa’îrane deřoyştin ke lebarî zimanewe piřn le wişe û te’bîrî bêgane. dyare karim be pile û payey şa’îranî hawçerxî ew nedawe bełkû mebestim eweye ewan bo bûjandinewey zimanekeman hewłêkî ewtoyan nedawe.
bełam seyfî qazî bexoy û şagirdekanyewe le jyandinewe û bûjandinewey zimanî kurdîda nexşêkî dyar û berçawyan heye.
ta řadyo çeprekekanî kurdî be wergêřanî napuxt û dizêw û wişe dataşekanî şarinşîn û xoperist, be dataşînî wişey naşîrîn û nalebar û nařesen zimanî kurdîyan wa şipřêw û şipřize nekirdibû. qutabxaney seyf xizmetî bekelkî be zimanî kurdî kird. êstaş le mukiryanda şa’îr û nûserî wa hen řêbazî ewyan her bernedawe û pereyan pê dawe.
eweş çend nimûne le corekanî şê’rî em şa’îre ke pêm waye natewawîyan têda heye. bełam le dûrułat her ewendem bo peyda bû behîway řojêk ke dîwanî tewawî çap bikirê.
kurdîne
eme nimûney şê’rî nîştimanî û şořişgêřaneyetî wa dyare şînî bo şehîdanî kurdistanî turkya gêřawe. cige lewey zor piř soze, zorîş handere. aşkiraye wek pyawêkî syasî û pispoř le girêkwêrey meseley kurd geyştuwe û agay le fêł û dehoy dujminan buwe, bew ḧałewe netewekey bo xebat han dawe. amojgarîyekanî le binemałey nîştimanperwerî xoyda pitir karîger buwe. wek dezanin cige le dû biraza û kuřêk, çend xizmî zor nîzîkî le ’eşîretî begzadey feyzułłabegî lepênawî řizgarîy kurdistanda çûne serdar û bûne qoçî qurbanîy azadîy gelî kurd. emeş nimûne şê’rî aşqane û diłdarî seyfe û dyar nîye key gutrawe, şê’irnas dezanê çen wirdekarî şa’îraney têda bekar hatuwe û wişey çen řesen û cwanî kurdî têdaye û qafyeyekî hełbijarduwe wek qafyey şê’re nîştimanîyekey řengibê pêş ew hîç şa’îrêkî kurd xoy lê nedabin.
dawełî dił
şakarî here benawbangî seyfî qazî bełkû yekêk le şakarekanî şê’rî kurdî parçe şê’rî zistane, beşî zorî kurdistan zozan û sard û befirgire, keçî kem şa’îrî kurd denasîn wesfî zistanî kird bê. mamosta lem şê’reda tabloyekî le zistan û le jyanî ladê nişîn û ajełdar û zeḧmetkêşanî kurd kêşawe ke bêguman bêwêneye. cige lewe be zimanêkî sade û řewan û ladêyyane gutrawe û ferhengokêke le wişey řesen û pakî kurdî, piře le amojgarîy syasî û komełayetî û tenanet abûrî bo zeḧmetkêşan û dênşînanî kurd. wirdibûnewe lem şê’re boman řûn dekatewe, şa’îr çen řûnakbîr û azayxiwaz û komełnas û gelperwer buwe. seyr eweye seyf xoy le çînî tesel û dewłemend bû û le kiştukał û miłkidarî û dar çeqandin û mał bexêwkirdinda nawbangî êstaş heye û şwênewarekanî her mawin, keçî debînîn şarezay jyanî çîne here hejarekanî ew serdemî kurdistan buwe û diłî boyan sûtawe û şînî degeł gêřawin. em şê’re wek bo xoy îşarey kirduwe le sałî 1312y hetawîda gutrawe ke zistanêkî zor dirêj û sext û qiřanêkî gewre buwe û zor mał le mał kewtûn û zor dewłemend bêłyan le binmîç çeqanduwe. şê’rekey wek nameyek bo dostî xoşewîstî ’ezîz aẍay ’ebbasî ke ewîş ehlî zewq û ḧał û sofî û diłteř buwe nûsîwe:
zistan