le çaweřwanî nalîda

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  816 Dîtin
kors:
baranêkî agirîn û asmanêkî pîrozeyî
melî lane şêwawmanî, ’aşiq kird be giřî sipî
baran.. baran, agir, agir, asman.. asman, bûne jyan
bo kotrî şêwawe lan, bûn be lan, be nîştiman
kuřan:
ey řêjne baran
kiçan:
ey qubbey asman
kuřan:
ey melî bê lan
kuřan û kiçan:
bo ’îşqî sipî sema- ken
gerdûnane temaşa-ken
kiçêk:
ey ahuwekey xane bêzar
key dêytewe? key.. key? bo şar
key dêytewe lay ḧebîbey
małî away, wêrane mał?
kuřêk:
nîştimanekem awedan biken
xudî netewem, şaristan biken
kors:
le asowe tîlmaskêkî ał û berîn
kotrekanî, weku diłman, bexuř degrîn
degrîn bexuř, degrîn bexuř
bo tîlmaskêkî ał weku giř.
kuřan:
ey tîşkî behewr dij
kiçan:
ey hewrî řeşî qij bij
kuřan:
ey tarmayî herdem girj
kuřan û kiçan:
bo umêdî ew asoye.. çok daden
bo ew hemû řeng û boye.. çok daden
kiçêk:
haka lafawî řêjaw
cêy dize pêy şûştewe
haka ’îşqî xoretaw
dewarî hełxistewe
kiçan:
ziringey pyałe û gîzey semawer
debnewe hawřêy şemał û sêber
kuřan:
haka hewałî bûkî tara ał
geyşte zaway berdemî řeşmał
kuřan û kiçan:
zengî wiłaxî karwanî behar
ḧezretî «nalî»y xistewe guftar
kuřêk:
kotranî şî’rî lan şêwawî min
pepûley řuḧî dił řencawî min
leser tenafî şextey ẍerîbî
hełkurmawin û êstaş delerzin
kiçêk:
ey ahuwekey xane bêzar
tikaye bêrewe bo şar
bêrewe bo lay ḧebîbey
małî away, wêrane mał
kors:
le asowe řêbwarêkî xem şîrîn
çawenwaře ’areqî mandûy bisřîn
kaşka hemû yek dił û gyan bo lay deçûyn
kaşka bedîdarî sewzî serberz debûyn
kuřan:
deçûyne lay
kiçan:
deçûyne lay
kuřêk:
yek dił û gyan, bê řik û kîn
kiçêk:
yek dił û gyan, bê řik û kîn
kors:
hemû xemman
hemû xemman dekird be yek xemî şîrîn
hemûman
hemû xemman dekird be yek xemî şîrîn