lane

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 4 Xulek  1320 Dîtin
bo małekem çoł dekey? ey çinare nazdareke,
bo kwê deřoy? bo naw xanûy herzałan!
bo gwê çemê, çinarî xem lê řwawî, bê
perçemî, gunde çołanî hewaran!
bo, kołanî juwan têda becêmawî, diłişkawî,
dar û perdû dařûxawî, řîze małan?!
bo naw jûrî, ḧîkayetî dapîre tya xinkawî
taqî dîwar.. kase û kewiçk tya şikawî destî
kaban!
bo małekem çoł deken? ey çinare
nazdare bała şûşey gerdin mînay perçem
şîlan?!
bo şeqamî şarekemit pêçayewe û
dirextî kenarî řêget
xiste binbałî sergerdan.
***
deřoy oẍir, ey keł milî, nermîn diłî,
soz hełałî, nîga kałî, diłî diłan,
deřoy oẍir ey qij xawî, bała lawî,
gifit şîrînî, lêw hengiwînî, paşeberan
deřoy oẍir, welê dû denk firmêskî
wek mirwarî piř le tîşkî řeng sirûşkî, cê bihêłe
bo kakekey dił piř le xeman
bizeyekî xot asayî, be gerdinî awênekemda
hełwasew cê bihêłe, weku hewên, bo endêşey
xemî şewan
ba yadêkî sîmay cwanî, guł nexşanî,
carcar xemî kał lê nîştûy.. le qûłayîy
diłda xewtûy, toy be emek.. bo min bikate
tem gułdan
gułdanêk bê, şîrîn û tał, yadgarî
sałeha sał.. toy le baweşî naz xewtûm..
bîr xatewe weku caran
***
deřoy oẍir.. to małekem çoł dekey û
em diłe piř birînem cê dehêłî bo henasey janî
cîhan
ey cîhangîrî bê «cîhan» jyanêkit
cêhêştuwe bebê eman!
dade giçke azîzekem, meger le ’îşqida
diłekem.. gewre û biçûkî defamê? heta xom bigirim
wek kêwan?!!
meger êsta carî carane bequrban,
be mûrûy şîn û zengyane, be «şewe» û «şewba» û
«şîlane» jîrit kemewe le giryan?!
meger êsta, minî kake henisk swarî,
pişt neçemîwî jêr barî, hezaran xemî
serşarî, wek xemî to-şa xeman-
çon pişû bem? berge bigirim? em gyane
pilîşaweyem bo kwê bibem? çon hełgirim? bîbeme
lay birayanî, dûre mełbendî byanîy kes le
ḧałyan hîç nezanin?!!
to hewênî ewanîş bûy! hewênêkî pitew û
kok! her betenya xot bûy serok îtir
be kê biłêm serok?! dade giçke azîzekey
her hemûman!
kê bê îtir weku to jîr.. xot asayî
xunçe gułî, naz piř diłî, şîrîn řazî, gyan piř
xendey germî jyan
beramberim dabnîşê, xemdarbê û axê
nekêşê, le dîdarî tam juwanî wek
be yekgeyştinî yaran?
dade giçke azîzekem, henasekem, ey
cê pişûy diłî diłe piř tasekem, çî bê le to
nihênî bê, em seferet wêranî kirdûm,
wêran
min têgeyîwim.. tê nagem çîye jyan welê
êsta çak ḧałî bûm çîye manay dûrkewtinewe û
dest lêk berdan
xo min qendîl û bemo nîm.. xo min makok û
hewrê nîm.. min mirovêkî zor giçkem.. çî bikem lem
hemû jananey emřoy însan?!!
welê sayey em oẍret oẍrîm bû:
le sersamî, le nefamî, le henasekurtîy jyan.
dena be řoyştinî to, neşeqam ma,
ne kołan ma, nebzine řêy çyayan ma, bo dwawe dił,
pyayda biřom. car ne carêk êwaran.
***
giçke azîzî kem hełe, wirde baranî pêş pełe,
ey çawgeşe, xał wenewşe, dił le naxewe xem
řeşe, beřuwałet xende pexşey xo nwand û
be kameran û şadman.
to mindałî, zor mindałî, to mîweyekî şîrînî,
le pêşwexta pêgeyyûy! boçî weha kitupřî
bikewîte ber berdaşî namoyî gyan?!
boye emşew, daway mołet legişt
însanîyet dekem, le to, le xom, le jinekem,
le dû kiçe biçkolekem, temen degêřmewe dwawey
sałî sałan.
her hemûtan.. řêgem pêben.. weku caran
carî caran, bo em sefere nawextet, têr
têr bigrîm, dade seyran