lêm mebûre

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  751 Dîtin
xanmekem min ’aşiqêkî nîmçe şêtî derwêş ḧałim
car car pispoř û we’iz xwên, car necareş wek minałim
carî waye.. beqed dêwekey «silêman» karim heye
carî waşe, wêł û tenya, le bê îşîda řecałim
be şew ke ’alem xewtuwe, yadî azîzanim dekem
ke xor hełat, herhemûyan dekujênewe le xeyałim
xatûnekem lêm mebûre, min be kełkî hîç kes nayem
eger tozêk zewqim buwaye, toy nazdarî xunçe ałim
wek wirşeyekî piř şiko, le diłî diłma dam enay
emkirdîte beharêkî hemîşeyî wezrî sałim
bełam xatûn.. le serêkî tirîşewe, xawen ḧeqim
biřwam pê bike neperjawim, bijîm, bimirim, ya binałim!!
em jyane gelêk sexte, řojekanî mergesate
eger bêtu lêm nebûrî, zeferim pê dênê.. załim
çunke min herweku xomim, perêşanî nîgayektim
gerdî ẍurbetî ser gonat, be birjang û lêw bimałim
xatûnekem lêm bibûre.. min şa’îrêkî serqałim
kabrayekî bebê pişûy, mandû, şeket û cencałim