perwerde

Li pirtûka:
Xewnî Sema Dijekan
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  1074 Dîtin
serim binêre naw miştî em řeşeba mangirtuwe
bełku herçî xemî tyaye, bîtekênê.
çawim bidere ber lêzmey em barane şêtgîrbuwe
bełku herçî eşkî tyaye bîşwatewe.
lûtim bixere naw gerûy em gerdelûlî dûkełe
bê bezeyîye
bełku herçî bonî tałe, řapêçî ka
gwêm bi’axne be şirîxey em birûske jan girtuwe
bełku herçî nałey tyaye, kut kutî ka.
zimanim bisû le şextey em ziryane beřełaye
bełku herçî tiftî tyaye, pamałî ka
ewsa minî şa’îrî xew lê herasan
bebê: xem û eşk û boy tał û nałew tiftî
lem jyane germey êstam, sard debmewe û aram degirim
debme bûkeşûşeyekî cwan û çawřeş
le camxaney kogayekî şanzîlîzê
welê ewsaş, her diłnyam, le camxaney bilûrewe
çawî şûşeyîm degêřim, bo kurdêkî çewaşeřê.
le birayekî xoy biçim û le xoy bibûrê û diłî bê
be parey dizrawî «koşkî telefon»êkî sereřê
sewdam bikat û bimkiřê
welê biřwa bikem: nayka
çunke telîsmî betałî -em serdemey- bîrkirdinewey
seranserî
çunke řijêmî sermaye û derbederî
çunke le erk řakirdûyî û
qûł neřwanînî řûberî
weha perwerdey kirduwe
tak û tenya bo xoy bigrî