masî û kotir

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 2 Xulek  636 Dîtin
taqîkirdineweyekî nwê bo dananî şî’rî elektironîk
etomî de masîy bê řû
etomî dû kotrî sipîy denûk sûrî çeqawesû
ke geyîne yek
mołkyołêk-n bizêw û agir têberbû
hawbeş-n le herçî debê û herçîyek bû
bûnî jyan.. lem gerdûne cencał û zebende
be ayon-yanewe.. bende.
***
memkekanit.. cûtê kotrî sipîn
leser deryay kafûrî sînet hełnîştûn
pencekanim.. komełî masîy lasar û çuxtî û bê řûn
hogryan bûn.
***
xatûnekem.. hêmnîy derya têk mede
aştîy gerdûn meşłeqêne
be çawî to.. aştî lelay řeqîbekan
her gifte û her tif û cwêne
be çawî to.. nirxî aştî
êstaş her barût û xwêne
masî û kotir..
xoyan dostin, nazî beynyan.. meşêwêne
***
xemekanim.. çepkê mindałî çawgeşî birsî û řûtin
lêkdanewet.. řistê befir û tof û terze û řehêłeye
ba řû-m le singita.. nuqim kem
mindałekan biparêzim
le herçî azarêk heye û hana bo..
deryay to bibem.
***
sîma-m le deryay sîneta.. ke nuqim kird
herçî hestî gyanim heye.. xiroşan
xonîşandan-yan berpa kird
berew sîma-m kewtineřê.. dawakanyan
pêşkêş be kotrî derya kird
kotir witîye.. masî çawgeş/masî witî: bimgire baweş/
kotir witî: bimgire baweş
***
- boçî.. min pêş dwênê hebûm!!
dwênê bû.. min xoşim wîstî
lewetey hem xoşim dewêy
pêrê nebûm
dwênê bû ke xoşim wîstî
lewetey hem.. xoşim dewêy