çawřeşekem

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  624 Dîtin
kitêbî berg siftî xoşewîstîm zor xwêndewe
bełam: kirêkare berg şiřekan fêrî diłdarîyan kirdim
***
şeyday çawekantim û le xemî çawekanta
nîroda dway mergî elêndî kewtuwe
şî’ir dexwênêtewe.
telze’ter desûtê û kenfanî nîştiman
bo saway naw çadrekan dirust deka.
sodan berge xwênawîyekey meḧcûy leber kirduwe
sirûdêkî nwê.. bo eferîqa dełê.
lewetey faşîstekan.. řeşekan serdebiřn
min le dijyana û zyad le caran
şeyday çawe řeşekantim
her be mercê to şîrîn bî
to şî’rêkî komonîn bî
bînayî bibexşîtewe be estêre sawakanî
em herême