masî û kotir
From the Book:
Bibin Be Tîşk
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
2 minutes
935 views
taqîkirdineweyekî nwê bo dananî şî’rî elektironîk
etomî de masîy bê řû
etomî dû kotrî sipîy denûk sûrî çeqawesû
ke geyîne yek
mołkyołêk-n bizêw û agir têberbû
hawbeş-n le herçî debê û herçîyek bû
bûnî jyan.. lem gerdûne cencał û zebende
be ayon-yanewe.. bende.
leser deryay kafûrî sînet hełnîştûn
pencekanim.. komełî masîy lasar û çuxtî û bê řûn
hogryan bûn.
aştîy gerdûn meşłeqêne
be çawî to.. aştî lelay řeqîbekan
her gifte û her tif û cwêne
be çawî to.. nirxî aştî
êstaş her barût û xwêne
masî û kotir..
xoyan dostin, nazî beynyan.. meşêwêne
lêkdanewet.. řistê befir û tof û terze û řehêłeye
ba řû-m le singita.. nuqim kem
mindałekan biparêzim
le herçî azarêk heye û hana bo..
deryay to bibem.
herçî hestî gyanim heye.. xiroşan
xonîşandan-yan berpa kird
berew sîma-m kewtineřê.. dawakanyan
pêşkêş be kotrî derya kird
kotir witîye.. masî çawgeş/masî witî: bimgire baweş/
kotir witî: bimgire baweş
dwênê bû.. min xoşim wîstî
lewetey hem xoşim dewêy
pêrê nebûm
dwênê bû ke xoşim wîstî
lewetey hem.. xoşim dewêy
etomî de masîy bê řû
etomî dû kotrî sipîy denûk sûrî çeqawesû
ke geyîne yek
mołkyołêk-n bizêw û agir têberbû
hawbeş-n le herçî debê û herçîyek bû
bûnî jyan.. lem gerdûne cencał û zebende
be ayon-yanewe.. bende.
***
memkekanit.. cûtê kotrî sipînleser deryay kafûrî sînet hełnîştûn
pencekanim.. komełî masîy lasar û çuxtî û bê řûn
hogryan bûn.
***
xatûnekem.. hêmnîy derya têk medeaştîy gerdûn meşłeqêne
be çawî to.. aştî lelay řeqîbekan
her gifte û her tif û cwêne
be çawî to.. nirxî aştî
êstaş her barût û xwêne
masî û kotir..
xoyan dostin, nazî beynyan.. meşêwêne
***
xemekanim.. çepkê mindałî çawgeşî birsî û řûtinlêkdanewet.. řistê befir û tof û terze û řehêłeye
ba řû-m le singita.. nuqim kem
mindałekan biparêzim
le herçî azarêk heye û hana bo..
deryay to bibem.
***
sîma-m le deryay sîneta.. ke nuqim kirdherçî hestî gyanim heye.. xiroşan
xonîşandan-yan berpa kird
berew sîma-m kewtineřê.. dawakanyan
pêşkêş be kotrî derya kird
kotir witîye.. masî çawgeş/masî witî: bimgire baweş/
kotir witî: bimgire baweş
***
- boçî.. min pêş dwênê hebûm!!dwênê bû.. min xoşim wîstî
lewetey hem xoşim dewêy
pêrê nebûm
dwênê bû ke xoşim wîstî
lewetey hem.. xoşim dewêy