balêy dû deng

Li pirtûka:
Bibin Be Tîşk
Berhema:
Dilşad Merîwanî (1947-1989)
 1 Xulek  485 Dîtin
- le çawî řeşta
kotrî sipîm bexêw kird û
namem pya nard bo derya
ke namey xwêndewe.. řeş hełgeřa
witî: hêşta
- le naw firmêskita
řawe zerdexenem kird û
nardimne ser şanoy sam
ke semay balêyan kird.. zerd hełgeřam
têr têr giryam
***
-zewî polîs, derya, neheng, asman-waşe
ême û masî û pasarî.. çî bikeyn başe!
-semay balê.
***
-sam samî girt, tirs, tirsa
mirdin xoy kuşt, giryan.. girya
keçî êwe, waztan le sema nehêna
- waz nahênîn
***
ba mosîqa.. bitasê
hemû aletekan bişkên
ba şanoke aw bîba
kiłopekan bixinkên
waz lem balêye nahênîn
***
em nefese, semfonyaye.. nek yasîn
em çwar werze, hî semaye.. nek tasîn
***
................
................
................
................