kiranşînî

Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
Şamî Kirmaşanî (1917-1984)
 8 Xulek  2116 Dîtin
1
bende yey nefer kiranşînim
çu ’ezîz mirdî daym ẍemînim
ne xarc mezeb, ne cudas dînim
er du’at gîras biker nifrînim
şayed ley dunya dîtir nemînim
řaḧit bum le des kiranşînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
2
tway bizanî, seg we ḧałim new
asayş neyrim, ne řuj û ne şew
sub ta îware ham le teq û dew
ta ser mang bay du tîke espew
ya bem firuşim, ya neme girew
uşim kirakem bełke nemînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
3
jinem carûkîş xwem qapçî derim
we fisił zimsan wefir pakewkerim
le ’eyş û ’eza çu semawrim
xweyan çû aẍa û bende newkerim
er menyan nekey, dene naw serim
uşin: guşt gen eřaman sînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
4
yey hefte mînît mang biçude ser
jinê saḧêw mał des nyete kemer
we jestî temam tête pişt der
lewer pay hełsim çu aẍa û newker
we jinem uşim dem ker semawer
xwem dewm eřay mîwe û şîrînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
5
yey kuřî dîrin çu weçkey şeytan
sub le xaw hełsî tête naw eywan
we cîb piř řîx des we tîrkeman
xeyt eřay quřî, xeyt eřay îskan
sîwił cafir girîte nîşan
kes cur’et neyrî seday baydeban
bûşî cwanemerg serim neşkînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
6
darayîm byese çwar dwêt û yey kuř
du petwî nîmdar, yey cufit lafeşiř
yey cufit mitekay wedem qeyçî piř
ser nyede banî çu pare’acuř
serî gen kefî tyeyde xuřexuř
çwar cam řûḧî, yey dane sînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
7
zanî çen nefer hayme yey ḧesar?
min ûşim penca, tu bûş: pencaw çwar
dirîj û kûta, kardar û bîkar
sub le xew hełsît, le gûşey ḧesar
bîs nefer wisas, tek dase dîwar
bayed pey newbet bilît bisînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
8
serşew ta sub her cîřey der têd
meşey ẍułam çut, usa sefer têd
kelay feřux xan le dînewer têd
usa emîrxan gerd çwarxer têd
merafe dîrin, erder waz mînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
9
bazûm we ẍuse byese bał seg
îqbałim pestitir we îqbałê seg
hatim wey dunya min we sał seg
her şew nyexefim min we qał seg
nisim şew uşim: xweş we ḧał seg
ne kiramał deyd, ne pałtaw sînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
 
10
cergim sûraxe çu laney zenbûr
bes ke şinewm qisey cûrawcûr
řûḧim dî xestes we fermanê zûr
we kuřem ûşim: xerê bîş’ûr
sub le xew hełsî, suretit neşûr
ley aw lûle fire řişînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
 
11
ûşin her řûjî dîze neyte dar
xwa eřay şam bû, xwa eřay nehar
xwa guşt gapîr, xwa şekê perwar
guşt kutanekey bweyte der ḧesar
yiwaş bikutî, neřminî dîwar
le naw ḧesarîş acur neşkînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
 
12
we hewł gyanim newne duşminim
şayed neşêwêt lane û meskenim
’ezîzim mirdiwît, we demyan xenim
îmrîkî řeqsim, îngilîsî jenim
çu aẍay wîgin, penca cûr xwenim
er biken nifrîn jin û ferzenim
xwemîş kumek kem ûşim: amînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
 
13
bes ke kiradam ley tewîle çu xer
’umir we bedbextî hawirdim we ser
bîmase mûns çen girû beşer
luř le luřsan, kurd le dînewer
sineyî û paweyî, caf û kemanger
kurd û luř û fars, turk qezwînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
 
14
ne pest û nakes, ne naderwîşim
şermende le řûy bîgane û xwîşim
ne kes tête lam, ne lay kes nîşim
xoyan her şew çin, min kîşîk kîşim
er dîr der wakem, nemne řîşim
minîş řeg neyrim çu sîf zemînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
 
15
yey şew du nefer bîne mîmanim
nîm sa’et bîştir le berq suzanim
sub bîne agir řişyane gyanim
aẍay saḧêwmał we gerd xanim
aw paşîne ban tepił amanim
hem lafeşře dirya weşanim
witin: ta ẍirub leyrda nemînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
16
eřay bedbextî, nyamey û nehat
yey qewmî dîrîm, hatû le dihat
gahes binasî keyxuda besat
yey kełeşîrî hawirduwe sewqat
şefeq saḧîwmał, hem dengî derat
pûpekew bigrî! beske qulînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
17
dwêke çîm bigirim, utaqîk le cay
witim bikîşim, bîła dengim nay
kem kem çîm le der mał meşey muray
yey ’ifrîtî dîm, weřîwarit nay
demamey cadû nyeřesêt we pay
mer fûladzere bûte qerînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
18
çu kawiř we gug, lelî řem kirdim
yey pa hate wer, sê pa dûr girdim
we hewł gyanim siłamî kirdim
wit: karî daştî? naw utaq birdim
wit: twîsirkanît? witim: ne kurdim
wit: kurd kûřeyt? witim: hersînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
19
wit: çen neferîn? witim: de nefer
ẍeyr le řubabe û ’eme maperwer
zubeyde û milûk, nusret û kîşwer
nîm tac û tacî, ’îşret û xawer
kuře buçkełe û xwemim û jinî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
20
çu pişî le şûn bûy pyazdax
yey hefte kirdim mał we mał sûrax
le «seng me’den», ta «çwarřay ucax»
«tîmçe»û «çenanî», ta «berzedemax»
kes we pîm neyat, yey dane utax
we dînit yese, řesim hawdînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
21
yey ferşî daştim, mînîste cil şał
bab pałan bî eřay yabû ał
çwar qîmetê xwî her dawme ḧumał
heftey yey kûçe, çwar řûj we yey mał
şanizde mał gerdîm we ’erzê yey sał
dwêke damey şan ’elî aẍay dełał
witim: yeyş bifrûş nyetwam bimînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
22
sê mangim pes kefit kirayey xanî
yese, mangî tir hat nîşte banî
bawřu pîm nyewit, xuda xwî zanî
çiştî ke şik bem mecme û qazanî
eweyş dî nyeylim jinim bizanî
sub heřacî kem nyeylim bimînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
23
kes xewer nîye, we ḧał derdim
guş kes nîye, we ahê serdim
çil sał we îran zindigî kerdim
kiray zemîn dem webanî gerdim
řuzgar muḧtac kird we namerdim
ne řumî řomîm, ne çînî çînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
24
qelbim çu kûrey ḧedad medey cûş
le des dunya û xełkê xakfirûş
dunya zindane pey şexis bahûş
ayem nebayed kemtir bûd le mûş
ewîş cî dîrî le naw piřupûş
muş ne kira deyd, ne kira sînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
25
utaqî girdim bî berq û bî ew
der û peyker xwîrd, çwardîwar xirew
daẍî pîrim kird kirdime qulew
řûj nîmeřû welîm kirde şew
dî çe tway welîm? asman kew!
ḧeqê min ta ḧeşir le lat bimînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
26
le řûjî tirsim eceł bidey zeng
’umirim temam bût le dunyay dûřeng
pinhan bûm le jîr xişt û xak û seng
jin saḧîwmał we bîł û qułeng
quřequř kunan, we qise û cefeng
bay kirayey qewr le lîm bisînî
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
27
sermang we mang bayte dyarim
we bîł heł kenê sengê mezarim
bikey şikence û zecir û azarim
bûşî kira deyt ya pasban barim?
minîş le elḧed serim derarim
dad bikem hawar, kefen kî sînî?
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
28
çu seg wiłgerd, derweder we xwem
şew ta sub nexef, řenc bîwer we xwem
diłgîr we dunyay dûnperwer we xwem
le des saḧîwmał xun ciger we xwem
miştî xak neyrim, xak weser we xwem
le zîndey ayem bî xewer we xwem
nyezanim «şamîNasnava edebî» dî takey mînî?
çe bikem we des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî