yey şew diłgîr bîm le dunyay du řeng

Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
Şamî Kirmaşanî (1917-1984)
 4 Xulek  1490 Dîtin
yey şew diłgîr bîm le dunyay du řeng
wegerd tałey wîm mekirdim ceng
watim: ey tałey şûmî kec binyad!
ber bad bay, ’umirim tu day weber bad
nyezanim ey tałey tîrey wajgûn
ta key ser geştem keyd we dunyay dûn
ta key teqala ta key berdeł berd?
ta key bikîşim we dił ah serd?
dił ta key bîzar le zindegî bû?
řuḧ ta key xestey dewendegî bû?
ta key we efsûs bisam des we des?
ta key bişnewm naxas we nakes?
bedîm çes? gerdûn bed kird wegerdim
ta key xwîn dił medey we xwerdim?
dad bikem ta çend xwîn bixiwem ta key?
ta key bikîşim ah peyderpey?
ta key bar cewr meney we şanim?
eyubKes nîm wey tewr kird emtiḧanim
řencim bî semer, sewdam bî sûde
kerdem nekerde û bûdim nabûde
le ser du řahey zindigî gîrim
berbade û bî sûd neqşe û tedbîrim
ne mergim peydas, ne zindeganî
bilateklîfim le dunyay fanî
we derd çem xwey zindigî we zecir
ne dîn ne dunya ne ’uqba ne ecir
çe buşim çe kird gerdûn we gerdim
yey ten mubtełay hizaran derdim
mer min we cumley nu’ beşer nîm?
yey dem bî ẍuse û bî derdiser nîm
byeyde ban ser we her dû desî
dad bikey wedes cewr bî kesî
qewm qibles welî qibley min çeften
her çî qewm dîrim dûr welîm keften
qur’an le’net key we qewmî załim
kes we diłsûzî nyepirsî ḧałim
her kes pul neyrî xeřgî xese
ser kîşî kerî pexşe û megese
çiraẍî bałîn şexsî bîçare
bî neft xamûşe her le îware
çwar iskan çirk niryase şanî
yey xakenaz tûz nişyeyde banî
ne dust yey řeng ne yar ẍemxiwar
xîş û bîgane le nureş bîzar
xîş û bîgane lîş meken dûrî
ser welîş nyen mer we mecburî
lew řûze tirsim yaney ke erz kem
lew axir kare gişt bay weřî xwem
ya řeb! we ḧurmet şahenşay şahan
nigehdarî ker we bî penahan
penam her xedî her we xwet qesem
we zatî bî ’îb muḧemmedKes qesem
we al ’ebaErebî, we penc ten qesem
we der, we qel’ey xîber ken qesem
we şahî mezlûm, tişne leb qesem
we seqay şucay ba edeb qesem
we ahî bî kes xaruzar qesem
we dîdey weder intizar qesem
we sûz sîne û ahî serd qesem
we şamî tîre û řenc û derd qesem
we derd pinhan derdedar qesem
we şermendigî kułfetbar qesem
we cîb xalî řeng zerd qesem
we şanî řenicber piř we gerd qesem
we qelbî şîrîn dił naşad qesem
we zur ferhad řenc we bad qesem
we řenc û miḧnet dinyay dûn qesem
we tałey tîrey wajgun qesem
we řenc dinya û meşeqet qesem
we řuḧ xestey naraḧet qesem
we ahî sîney bî eser qesem
we taq bî cufit derweder qesem
we cadey xyał kuhî ẍem qesem
we deryay miḧnet qelb xwem qesem
we serçişmey çeşim çişmey dił qesem
we seḧray damin bî ḧasił qesem
we tałey tîre û pasî bed qesem
we bextî xuftey bîş we ḧed qesem
we eşk dîdey na’umîd qesem
we ahî pîran mu sifîd qesem
we nesîm subiḧ pîş ez xwer qesem
we sewtî qur’an řuḧ perwer qesem
we řutbey pakan damen pak qesem
we ḧûr û melek we eflak qesem
we çendîn hezar pîẍmiber qesem
her xwet dawerî, we dawer qesem
wer nekey diłsûz kî ẍem xarmen?
kî we bîmarî, perisdarmen?
merîz bum kam qewm tyeyde dyarim?
kam dił mesûzd we ḧalî zarim?
kam dusî yey řeng kam famîl kam kes?
kî pirsîd eḧwał şexsî tuhî des?
le dunya berî we gyan bîzarim
eceł baw bwerem biçme pey karim
dił we zemzemey zindigî sîre
eceł îmşew baw ferdaşew dîre
way we bedbextî, dad we nakamî
derdî dił fires, kuta ke şamîNasnava edebî
sabit bî we min ley řûzgare
her kes derd xwey we xwey dyare