dadî miletî îran we duktur musediq
Li pirtûka:
Çepke Guɫ
Berhema:
Şamî Kirmaşanî (1917-1984)
5 Xulek
1736 Dîtin
webes ke gerdîm des û ban des
qurb eřam nemen çu mîwey nařes
cwaw siłam nyeşnum le kes
bîkar çu îme le îran fires
xweş û ḧał herkes mirît, as û des
duktur musediq teklîfman çes?
nîmî le milet duçar derdin
le sub ta ẍurub bîkar megerdin
we gusneyî wîne y ze’feran zerdin
merd mubarz řuz neberdin
zeř eřay îwew şeř eřay îme s?
duktur musediq teklîfman çes?
nîmî le milet çu gay perwarî
her xwen û xefin le simin karî
ne derd cufit xwen ne derd barî
sermestin we cam badey bî ’arî
hemîşe hefit řeng û sufreşan hes
duktur musediq teklîfman çes?
uşin çilhezar bîkar û patext
’umir giramî meguzerin we sext
bî ca û mekan bî libas û řext
sê we’de ẍeza kerden we yey wext
axir ewanîş hem new’ îwes
duktur musediq teklîfman çes?
yese çwar řuj tir hem zimistane
zuxał nab û de hîzum girane
siday zîl û bem befru barane
çeqe y dinan tyey çu misger xane
daş nanewayî nye kefîde des
duktur musediq teklîfman çes?
ẍusey kesadî sifîd kird řîşim
le sub ta ẍurub xemyaze kîşim
min we antizar mişterî nîşim
bazřeseyl hersat meken tiftîşim
çe bikem eřay tełeke y bazřers
duktur musediq teklîfman çes?
miştî zeř peres sikey zeř şinas
eyç dînî neyrin ẍeyrez askinas
me micils řya û řewze qerardas
ta nişan byen espab û esas
ye řewze nye, yeyş yey cur ḧuqes
duktur musediq teklîfman çes?
se mahe ḧiquq paseban şar
nyeresîd nyedey de s tełeb kar
mer cur’et dîrin biçne bazar
ye çirî aẍa, ew dad key serkar
des maye neyrîm ḧesawket bar
we dînit ye řesim neqdu nisyes
duktur musediq teklîfman çes?
ewza’ memleket derhem berheme
wîney zulf yarpur pîç û xeme
nîmî le milet duçar ẍeme
riştey zindigî xeylî muḧkeme
werne û asan gyan meden û des
duktur musediq teklîfman çes?
dest û pay merdim pîças we hem
giş we kesatî duçarin we ẍem
le her kes pirsim uşî çebkem
we gyan şamî her le kîse xwem
min uşim bixiwîn ta ewrey ke hes
duktur musediq teklîfman çes?
cwaw duktur musediq we milet îran
milet îran! milet îran!
eweł we yarî ḧe y la mekan
we du’ay seḧer ’elamey kaşan
we bext û îqbał xelq musułman
xwahem abad kird îra n wîran
xuda yarî key we kar her kes
le min nepirsin teklîfman çes
sewr keyn î çerxe yey dewr bixiwey dewr
qewł dem î awza’ nemînît wey tewr
bisazîn we gerd zemaney pur cewr
mecils milî herdem hane şewr
bizanî hełwa netîcey q wires
le min nepirsin teklîfman çes
umîdwarim îran yey san bu
ne ḧacî ne beg ne aẍa û xan bu
ne yekî le ban ferş kaşan bu
ne yekî le naw kuçe weylan bu
her kes kar bikey kar eray fires
le min nepirsin teklîfman çes
er yad neyrin dewrey şehrîwer
na n lubya barîne nezer
xurma mexwardin le cyay şeker
çwar nefer şad bîn baqîtan peker
cem’ê mewatin saḧeb bîbî hes
le min nepirsin teklîfman çes
yeqîn guman ken duktur ba řuse
ya we gerd milet, imrîka duse
byewde jenin î tepił û kuse
xwa gewahe difay namuse
hergiz guł geçî nîwde etłes
le min nepirsin teklîfman çes
yey ten pîremerd pakuse lîmim
ne muḧtac mał ne zeřu sîmim
pakzadu ḧeq gu bî ters û bîmim
ustadim wey tewr kerden te’lîmim
ḧeq kuşî nyekem ta axir nefes
le min nepirsin teklîfman çes
neft milî kirdim, mułkîş milî bu
takey î kare jîre culî bu?
ruzgar we kam tewekulî bu
ḧesen lat muḧtac ḧacî qulî bu
er buşî mirdim buşin we tewes
le min nepirsin teklîfman çes
musediq key wet tu şîrekîş bu
ser ta pa ’uryan luxt û awnîş bu
le naw xerabat nîre derwîş bu
ser germ badew beng û ḧeşîş bu
nîmî le îwe çikîdey şîres
le min nepirsin teklîfman çes
milet! we qur’an we surey yasîn
îwe sułtanin le lay xelq çîn
ruzî çen hizar le meydan kîn
çu berg dirext řizdey zemîn
tup çu imşî paş xelq wîney meges
le min nepirsin teklîfman çes
ezar sał me nu pay ẍaretger
کûتاە bu le merz îra n muzter
yese we yarî bînay ban ser
le îran neyştim yey ten le kafer
î nam nîke pey îranî bes
le min nepirsin teklîfman çes
îran ne îran, musediq abad
milet ne milet, ẍulam azad
lahe ne lahe, dîwan ’edił û dad
řenc çirçîlKes kird we řenc ferhad
suxen bes şamîNasnava edebî îtir kuta ke
le min nepirsin teklîfman çes