kiranşînî

From the Book:
Çepke Guɫ
By:
Shami Kermashani (1917-1984)
 1 minutes  1401 views
1
bende yey nefer kiranşînim
çu ’ezîz mirdî daym ẍemînim
ne xarc mezeb, ne cudas dînim
er du’at gîras biker nifrînim
şayed ley dunya dîtir nemînim
řaḧit bum le des kiranşînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî
2
tway bizanî, seg we ḧałim new
asayş neyrim, ne řuj û ne şew
sub ta îware ham le teq û dew
ta ser mang bay du tîke espew
ya bem firuşim, ya neme girew
uşim kirakem bełke nemînî
çe bikem le des kiranşînî?
dad we her kes bem, ḧeqim nyesînî