her leḧze, beterzê senema! cîlwegerîy, çî!

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  678 Dîtin
her leḧze, beterzê senema! cîlwegerîy, çî!
gułzarî gułî cennetekey! dadgerîy, çî!
menzûrî hemû dîde û metbu’î hemû dił
bem ẍayete meqbûlî, beher zî nezerî çî
qendî! şekerî! neyşekerî! şehdî museffa!
me’cûnî diłî! quwetî řoḧ û cigerî! çî!
hîndî! ’ecemî! řomî! muẍî! ya: beçe tersa!
kurdî! ’erebî! turkî! le neslî qecerî! çî!
me’şûqî xuten, lu’betî çîn, şahîdî îslam
meḧbûbî xetayî, senemî kaşẍerî! çî!
ẍunçey çemenî! ya semenî gułşen .........Teksta ne aşkira
serwî semenî! nesterenî! bergî! berî! çî!
mahî zemenî! bedrî zemîn! kewkebî şe’ra!
xurşîdî zya bexşî! cemalî! qemerî! çî!
ẍîlmanî beheştî! bemesel nûre siruştit!
ḧurî! melekî! new’î firîştey! beşerî! çî!
eẍyarî dił’azarme! ya: yarî diłaram!
me’şûqî ḧeqîqî! diłekey derbederî! çî!
ger yar û wefadarî sitemkarî edebNasnava edebî
her leḧze, beterzê senema! cîlwegerîy, çî!