bê zewq û muḧîbbet, mey û meyxane dełê çî!

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  834 Dîtin
bê zewq û muḧîbbet, mey û meyxane dełê çî!
bê neş’eyî zatîy, bet û peymane dełê çî!
her sîdqe; deba merdî xuda řêge bemeqsûd
şêx û şemen û ke’be û bitxane dełê çî!
’aqił eweye: qeydî ’îlaqey nîye; wek şêt
feził û hunerî ’arf û ferzane dełê çî!
zadî rehî hamûnî terîqet mebe zahîd
wîrdî seḧer û sebḧeyî sed dane dełê çî!
to nawî serî şem’ê mebîne, ke desûtê
binwaře le sozî diłî perwane; dełê çî!
batin eweye mexzenî esrare, seraser
bê gencî ḧeqîqet, diłî wêrane dełê çî!
mîsbaḧ eweye: sa’îre nûrî le hemû cê
qendîlî zeř û zêwerî kaşane dełê çî!
wa’îz; were yek hefte edebNasnava edebî fêr be le lay min
pendî beřya û lome û efsane dełê çî!