bo zułfî syehçurde leser çîhrî qeşengî

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  688 Dîtin
bo zułfî syehçurde leser çîhrî qeşengî
yaran bexuda wexte biçim bibme ferengî
amane le des şořşî ew ẍemzeyî cadû
haware leber fîtneyî dû çeşmî sipengî
ẍeyrez xemî gêsûy; ke meḧrem becemałn
kê dîwye: ke řêy cennetîy bê; kafrî zengî?
çîhre û dehenî; wek gułe, emma betefawet
yek sûreyî xendan û yekê xunçe betengî
ew řoje ke dił besteyî çengî xemî mûy bû
zanîm ke heta mergî; řeha nabê le çingî
herçende le afaqe, bitî şoxî min, emma
emřo ke boy munḧesîre: şoxîy û şengî
awêzey yek awêze, bitî sed diłî şeyda
ew dem ke geławêze; be’awêzey peřengî
her boye be’emden deçme ber nezerî; zor
beşku beẍełet carê bime seydî xedengî
dû şit edebNasnava edebîy kirduwe xeste û nałan
yek: řencişî zû zûy û yekê: wesłî direngî