şew naz û seḧer naz û hemû weqit û demit naz

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  902 Dîtin
şew naz û seḧer naz û hemû weqit û demit naz
em naze hetakey! befîdat ey bitî tennaz
bem terze ke şorî lebî şehdit le cîhan xist
zîbendeye bexuda bikey emřoke beşeh naz
ba xuldî berîn piř bê le ẍîlman û le ḧorî
baweř meke bîbê weku to, suretî mumtaz
bawadîy çîn piř le ẍezaley xutenCihy bê
kê dîwye weku çeşmî syeh ahûy ẍemmaz!
ta pêdekenî, mu’cîzî ’îsa deşkênî
ẍeyrez lebî to; kêye bika xende be’î’caz
seyranî serî zułfî, leser ew lebî şîrîn
nuqił û şekere; perwerşî ’eqrebî ehwazCih
kotir; ketenefurye le şahîn betebî’et
bo murẍî diłî me, beteref «baz»ye perwaz
lew abî ḧeyatî demî to, ta demî mirdin
baweř meke leb hełbigrim, bimdene ber gaz
şaysteye emřo, bebeharî řuxî towe
mukirî me bida te’ne, le baxî newî şîrazCih
eş’arî edebNasnava edebî bo ’urefa, qûtî řewanin
xase beseday lale’uzarêkî xoş’awaz