takey weku turkan, beyeẍmayî diłî nas

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  822 Dîtin
takey weku turkan, beyeẍmayî diłî nas
ebroyî keşîdet bekefî xencerî ełmas
her ḧesrete bo ême, le meḧsûlî emel, beş
ta bo direwî kîştî ḧeyate, dû biro: das
ew cennetî dû daneyî xałit, diłî mey bird
ew daneye bû, bulbeşerî xistewe weswas
baweř meke, yek dane le pîrozeyî xałit
bîda bedû sed řişte guher, ’aşiqî duřnas
boçîme mey û bade, le her cêge, ke to bî
lêwit mey û maçit meze; dû çawte: gêlas
yařeb! çi ’ebîrê bo şewê dênî bezułifit
kam subḧe le ’etrî serî zułfî şewetim kas!
laqî em û ew boye bedem degrê řeqîbit
zanîwye ke řêy derkî nîye, seg ke neka: pas
şertî edebNasnava edebîe, mektebî sewda, neqřuqał
tuxwa bere der; lêre feqê: defter û qertas