pênc xiştekî

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 10 Xulek  1644 Dîtin
1
dwêşew, şewî şenbe, ke le şem’î meh û exter
araste bû setḧî seraperdeyî exzer
min bende le kaşaneyî tarîk û muḧeqqer
dû dîdeyî ’îbret, beber ew seqfî mucedder
geh ẍerqî xeyałat û gehê walew muzter
 
2
geh mat û serasîmey ew řesim û ketîbe
geh ḧîreyî ew qudret û ew neqşe ’ecîbe
ew cirme direxşinde, bem eşkale ẍerîbe
bê zeḧmetî neqqaş û bebê řengî ketîbe
çonî besefa xiste ser ew sefḧeyî menzer
 
3
carêkî xîtabim bedłî ẍemzedeyî zar
ey hemdemî xemxiwarim û wey meḧremî esrar
takey beheway ’îşqî bitan û xemî dîdar
takey becefay wesłî gułan û lebî diłdar
takey bedway wesweseyî nefsî bed exter
 
4
nagah we jûr kewt; yekê mehweşî tersa
xoy lu’betî tersa û beser çadrî tersa
lew çadrî tersayî nimayan řuxî řexşa
wek pirtewî «şe’ra» lemyan perdeyî xezra
sed namî xuda, lew şewe, lew mahî minewwer
 
5
poşîde leber me’cerî dîbay syeh fam
lew tafteyî ferde, ke meşhûre bebadam
cîlwey bemesel lenceyî tawwisî lebî bam
hey hey leber ew qed û qyafe û ser û endam
mewzûn û teř û taze, weku nexil û sinewber
 
6
beh beh leber ew qamet û ew zułfî semen sa
dû řiştey mişkînî, teřazî qedî ře’na
lew terfî benaguşewe, taku bekefî pa
aşufte û bergeşte û ałoz û çelîpa
ḧelqe û şiken û pêç û xem û çengeł û çenber
 
7
’etrî girêhî zułfî şewey tuřeyî şebřeng
ełbete deçû, ta beqerîbî dû û sê firseng
řûy mîhrî firuzan û xemî zułfî şewezeng
řexşinde le naw zułfî syaha řuxî gułřeng
wek pirtewî îmane, le diłî muzlîm û kafir
 
8
min her muteḧeyîr, kewe yařeb çe kesê bê
ya bilbilî şeydayî çe bax û qefesê bê
kê bêt û çe kes bêt û çe xoş hemnefesê bê
ya bo minî bêçare, çe feryadřesê bê
eẍyarî dił’azarme; ya: yarî semen ber!
 
9
sebrêkî hełsitam û besed fikiret û endêş
dû û sê qedemê hatme nizdîkî kem û bêş
ḧeyran û serasîme, ke bêganeye ya xwêş
’eyşî mine, azarî mine, noşe we ya: nêş
bem nîweşewe kê bû le min bû bepelenger?
 
10
min ẍerqî tefekkur, ke lepiř diłberî tennaz
ahsite, selamêkî bemin da, beşekernaz
yařeb! çe selamêk û çe lehcêk û çe awaz
wek nefxey semtûre, degeł zîrubemî saz
bew nefxe; diłî xistewe perwaz; bebê: peř
 
11
emcar kemê hatewe pêşê, beşekerxend
fermûy ke: edebNasnava edebî, ḧîret û nefret leme, ta çend
min ew senemem; wa diłekey tom becefa send
min ew fetenem gerdinî tom xistuwe nawbend
ḧazir be nîşanem: řesenî zułfî mu’etter
 
12
her ew butî feřxare, her ew diłberî parem
her ew guł û gułzar û her ew taze beharem
her xunçeyî xendan û her ew lale’uzarem
ew mîhrî direxşan û her ew mah û hesarem
her ew qedî şimşademe, řengîne beme’cer
 
13
ew sate ke nasîmewe, ew diłberî şenge
ew turkî kemandare, her ew ẍemze xedenge
ew şahîdî tatare, her ew mahî feřenge
ew yarî cefakare, legeł me, serî cenge
her diłberekey pare, her ew yarî sitemger
 
14
kewtim leberî pêy, witim: ey gułî ře’na
ey řoḧî řewanim, çe besuret çe beme’na
herçî ke bifermûy; سەمعنەا û at’inaErebî
ma şi’tu fe’eltu û alî al’an qin’inaErebî
emma were fermû, le çî bûy lême mukedder!
 
15
ey lale řux û tuře weku mişkî tetarî
sed canî ’ezîzit befîday xunçeyî zarî
çît lême xeta dîwe, ke beynêke kenarî
fermû; ke leserçî legeł ême beqarî
sałêke leserçî, leme torawî seraser
 
16
fermûy ke: çe hengamî gile û weqtî ezaye
emşew; şewî ’eyş û tereb û sułḧ û sefaye
seyrî serî kułmim, ke dełêy nûrî çiraye
sînem; ke dełêy řewzey řîzwanî xudaye
şehdî dehenim; ke deda te’ne le kewser
 
17
têfkire le xurşîdî cemalim, bete’emmul
bigre serî gêsûm, weku desteyî sunbul
sunbul ’eceba boçî deda bonî qurinful
şewgarî tewasuł nîye hengamî teẍaful
emşew; şewî ’eyşe, neḧîkayet le sikender
 
18
her way wit û řûbendî ke lada beqefada
gêsûy beserî pence, leser ’arzî lada
ew tel’ete wek mahê; le naw zułfî syada
řojê bû, tilû’î bû; le naw leyl û ducada
řûnakîyekî xiste, hemû xîtte û bender
 
19
ser kułmî gułî dabû, weku laleyî ḧemra
zîbî serî dû kułme; dû gêsûyî mutteřa
carê xem û geh ḧelqe û carêkî degořa
carê beserî kułmewe, carêkî leserřa
wek pêç û xemî dûde, leser mecmerî azer
 
20
řengîn bexet û xałewe, wek kebkî mitewweq
carcare ke debzûtewe bew cîlwey mutłeq
’eksî şefeqî sîne, le bin mewcî sitebreq
her tawe beřengê buwe, wek qesrî xewerneq
subḧane le zîbayî ew şahdî keşmer
 
21
zułfî syehî pexşî, leser gerdinî billûr
wek suḧbetî mişkî xuten û nîsbetî kafûr
bayek le şewey tuřewe, zeřêk le qemer nûr
her boye ke amêzîşî mehtabe, bedeycûr
heyhate le neyřengî bitî şu’bede perwer
 
22
arayşî ’alem, begułistanî cemalî
bew xulqî pesendîde û bew ḧusin û kemalî
her care ketîlêkî deda çawî ẍezalî
peykanî xedengî, nîgehî nêrgisî kałî
karî le diłî ’aşiqî şeyda; weku xencer
 
23
dû tuřeyî meftûlî, serazêrî beřuxsar
yek ’eqrebî ceřař û yekê sunbulî gułzar
yek şikłî syeh mar û yekê muheřebî mar
yek: noşî diłaram û yekê: nêşî dił’azar
yek merhemî derdan û yekê derdî misewwer
 
24
leb; le’lî bedexşan û dehen: ḧuqqeyî mercan
metbu’ û pesendîde, beher tebi’ û beher can
amêxteye nutqî beşeker, wek beşekercan
şîrîne wek ew dem, ke le derbêtewe ber: can
debzane çe xoşe; ke řewan bêtewe ber: ber
 
25
dem: taze şikofêkî şeqayq le nisaran
leb: piř le tebesum, benesîmêkî beharan
awungî beyananî binêşê le kenaran
destî çi kesî lê nedrabê, le çi yaran
meḧbûb û teř û taze û řengîn û mu’etter
 
26
sîney! çe biłêm, subḧidemî fesłî beharê
ya befrî ewweł şewe, ke zimistanê debarê
dû memkî: weku cûte henarî liqî darê
dû guł, bedemî narewe, wek řengî henarê
qetrey ’ereqî pêwe, weku daneyî gewher
 
27
naf û şikemî; wek çe biłêm: nafeyî qaqum
nafey lemeyan besterî qaqim bemesel qum
wek nafe, ke bûbê le ẍezalî xutenî; gum
xoy bê eser û mawe le ahû: eserî sim
boy nafe, bebê nafe; peragende le kîşwer
 
28
elqîsse; le şewqî diłî piř ḧesretî muştaq
wa girtime naw baweşî xom, ew mehî afaq
buwe yek: zeqen û gerdin û sîne û kemer û laq
cûtê bû bebatin beden, emma benezer taq
ew sa’ete ’eyşim; bedû sed ’umre, beraber
 
29
geh ḧîreyî xurşîdî cemalî le tele’lu’
geh sayenşînî xemî zułfî betefeyîwi’
geh ḧamîlî ew naze, ke deykird betehezu’
geh sułḧ û gehê ceng û gehî ’îciz û texetu’
geh ḧezim û gehê řezim û gehê bezim û gehê şeř
 
30
gahê le kefî mewhîbetî çeşmî tewequ’
gahê be’etek, merḧemetî destî tewazu’
gahê le gułî zarî, be’ummêdî temetu’
geh bade gusarî lebî le’lî beteceřu’
geh cur’ekeşî maçî demî, wek meyî xiller
 
31
xunçem deçnî carê le gułzarî ’uzarî
carê le temaşayî şikofey gułî zarî
satêkî xerîkî girehî bendî uzarî
destim lepřa kewte ser ew mewzî’î karî
çawî bedî lê dûr bê, weku gencî tewanger
 
32
gencê, çe biłêm gencê: xuda dadî fereydûn
derbeste û neşkofte, weku mexzenî qarûn
durcêkî guher řengî, guher sencî, guher gûn
her kes, ke besed gencî bida, her ewe meẍbûn
debzane çi gencêke, besed gence beraber
 
33
gencîneyî mestûre, bebê xazin û gencûr
ayîneyî billûre, bebê sin’etî mizdûr
yaqûtîy nîye, her weku yaqûte, ciger sûr
xasîyetî yaqûtî heye; wek heye meşhûr
def’î xem û tefrîḧî diłe û quwetî peyker
 
34
wek şikłî hewłû, hey’etî,gułbergî şiłî zeng
alûde weku şehdî le tafet, weku bałeng
ḧuqqêkî xiřî sade, sîmîn û dehen teng
endude nebûbê řuxî sîmî bexetî zeng
tewzîḧî bekurdî, weku beyzêkî muqeşer
 
35
řengîn û xiř û girdełe, terkîbî henarê
herwek kelemê, zuqmê leser bergî bibarê
her care ke řêkit biguşîbaye, becarê
sîřey le wetaẍî deçuwe derkî ḧesarê
wek xirçeyî teř, dirzî debird, emser û ewser
 
36
wek taze hełujê, ke le naw dû liqeda bê
wa řêk guşra bê, ke le dûlawe qupa bê
hêndêkî qupa bêt û kemêkî qełeşa bê
qełşanê; newa bê ke beçaw ferqî kira bê
her wek ke le sêwêkî dira bê; demî neşter
 
37
wek guł, demî xendan û weku xunçe, lebî cût
xunçêkî le naw dûpeřî gułda, ke nepşikût
peyda serî çuçłey lemyan dû lebî yaqût
her wek bedemî tîflî sema hatewe şatût
nîwêkî pedîdar û ewî dîke musetter
 
38
bem terze ke hate nezer, ew ḧuqqeyî billûr
ḧemdane le swêyanî kepûy lê bû beşeypûr
bew mêzer û destar û ser û gerdinî estûr
bêwey ke diq albabErebîê bika, serzede çuwe jûr
subḧane le bê’arîy ew kwêrey e’wer
 
39
çuwe jûrewe bew şikił û hîwlaw û qeware
detgut ke le nawwikî berejêr, kirde îcare
karî bedû sa’et, geyîye çil bejmare
ełbete heta řojê; deda xoy le hezare
elḧeq hunerî kirduwe silêman begî yawerKes
 
40
xetmî ke edebNasnava edebî hênde meke bê’edebîy dî
ta ḧemlî neka wa’îzî ew şare, beçî dî
herçende ke hełdegrê xeyałat, şitî dî
emma bexuda ẍeyrî tesewur nîye, çî dî
meqbûle emîş, xase, le lay merdî suxenwer
 
41
ger hezle, eger tîbete; gencêke nîhanî
memlû’e seraser le duř û gewherî canî
her dane; beraber bedû sed gewherî kanî
qedrî le kin ew şexse, bizanê le me’anî
me’lûme le lay gewherîye, qîmetî gewher