ey badî subḧidem; ke bikey bew guzer, guzer

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  860 Dîtin
ey badî subḧidem; ke bikey bew guzer, guzer
carê bide beyarî leme bê xeber, xeber
lew ḧałî zarî me, ke bipirsê be’îltîfat
’erzî bike: nemawe lemey bê eser; eser
wexte weku şeker, le nimî dîde, bibme aw
lew dem ke namjim le lebî gułşeker; şeker
lew gułşenî cemale, ke xom baẍewanî bûm
ba’îs çi bû, ke bû diłekey derbeder, beder?
’irmirêke min lesayeyî ew nexlî qametem
nemdî qetim le serûy qedî piř semer; semer
çendim cefay to dî û çendit sitem ke kird
netnîşte dił, qetit le minî xakeder, keder
ḧaşa; min û le xakî derit ’ezmî îrtîḧal
emin û celayî mewtenî xom, elḧezer, ḧezer
cewrî bitan, beḧukmî qeza, bome ’aşiqan
xoşe, beła newek behemû dem qeder, qeder
pêwem edebNasnava edebî serê le huner min kenarekem
ez bes ke bê hunerîye, le lay bê huner, huner