zułfî şewřengit terazî gerdenî terzî bilûr
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
2 Xulek
1205 Dîtin
zułfî şewřengit terazî gerdenî terzî bilûr
zułmetêke, fîtreten têkeł degeł komayî nûr
xałî muşkîne leser kułme, beřengî ateşt
’ûde? ya bo çeşmî bîmarit, leser mecmer bixûr?
her ’ecayb! zułfekey serkeş, leser ruxsarte
bawcûdî serbiřîn, bo hênde xudserin û cesûr?
her kesê carê etoy dîbê û beheştî tel’etit
çenberî mû, tewqî milye, ta beweqtî nefxî sûr
suretî bê mîslî to, kwa dête teswîr û qełem!
ger dûbare «azer» û «manî» le «çîn» bêne zihûr
ger le eymen řa tecellay řûy etoy, dîba «kelîm»
bo beşew hêndey mesafet, boy deçuwe ser kêwî tûr?
bes ke yadî to, mucessem bû leber meddî nezer
dû debînim tel’etit, wek eḧwelan, weqtî ḧuzûr
to were; ey nûrî dîdem, sa’etê bitgirme ber
çawî lêbê mudde’î, kwêr bê le ḧeyfan, dûr bedûr
ba řeqîb bişłê: fiłanî layqî xîdmet nîye
key le xidmet to, eme bûmane yek zeře qisûr?
bo le nazî diłberan, hênde denałênî edebNasnava edebî
lazmey xaqanî ḧusne, kewkebey naz û ẍirûr