behar û goşeyî baẍ û sebaḧ û zincî xemmar

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  871 Dîtin
behar û goşeyî baẍ û sebaḧ û zincî xemar
çî xoşe! camî sebûḧî, le destî nazkî yar
kenarî guł bî û hemdem beguł, beraber guł
çî xoşe! xunçe çinînit; bebê meşeqqetî xar
çî xoşe! meclîsî ’eyş û bîsatî sebze û baẍ
beşertê sebze, le demî coybar û pay çinar
nedîm û saqî dyar û dû sê řefîqî şefîq
bedewre ḧełqe, beyek ken, weku xetî piřgar
ḧerîf mest û eto mest û saqîy mestan
.............................................Teksta ne aşkira
nîgarî xo besefa carê, saẍerit da saqî
le beynî camî mezeş: yek dû bose; car becar
le camî bade, ke mestane bûy, beserxoşîy
beherdû dest; diłaramî xot bigrye kenar
demê le mişkî demî řamjî guław û şeker
demê le le’lî lebî; narî dane, şerbetî nar
fîday ’uzu be’uzwî bî, sed keřet heryek
xusûsî: ẍebẍebî sêwî, hezar behezar
edebNasnava edebî menaze beguftarî wa şekerbarit
ke toy le maçî lebî şehdî wî, şeker guftar