ḧakim û mîrekanî kurdistan

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 2 Xulek  1645 Dîtin
ḧakim û mîrekanî kurdistanCih
her le botanNava taybetewe heta babanNava taybet
yek be yek ḧafîzî şerî’et bûn
seyîdî qewm û şêxî mîllet bûn
seyîd û şêxekan le tirsî ewan
munzewî bûn û zakîrî řeḧman
her ke fewtan řyay ewan derkewt
seyrî çon bûne pûş û agir û newt
yekê lem lawe řû dekate ’ecem
dû le ew lawe debne dujminî hem
dû hezar jin fesad kira lem la
bûne qatîl ewanî tir lew la
yek be yek bûne na’îbî hemewendNava taybet
saḧîbî martînNava taybet û marî gezend
mîlletîş hênd kerin wekû caran
destyan maç deken dełên qurban
ger le seḧra mela nemirdaye
gurgeşîn ba kerî bixiwardaye
şêrî diřřende wek le bêşe nema
gurg û mam řêwî dêne řeqis û sema
min le ẍemxiwarî em qisane dekem
werne peşme lelam hemû ’alem
em qisey êste ’eybî lê degirin
ew demeş dê ke êwe boy demirin
em be ew, ew be em dełê kake
seyrî qanûnî ḧacîNasnava edebî çend çake!
her çilonê îşaretî fermû
wek keramet hemûy weha derçû