ḧakim û mîrekanî kurdistan

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 2 minutes  1286 views
ḧakim û mîrekanî kurdistanLocation
her le botanNamed-Entityewe heta babanNamed-Entity
yek be yek ḧafîzî şerî’et bûn
seyîdî qewm û şêxî mîllet bûn
seyîd û şêxekan le tirsî ewan
munzewî bûn û zakîrî řeḧman
her ke fewtan řyay ewan derkewt
seyrî çon bûne pûş û agir û newt
yekê lem lawe řû dekate ’ecem
dû le ew lawe debne dujminî hem
dû hezar jin fesad kira lem la
bûne qatîl ewanî tir lew la
yek be yek bûne na’îbî hemewendNamed-Entity
saḧîbî martînNamed-Entity û marî gezend
mîlletîş hênd kerin wekû caran
destyan maç deken dełên qurban
ger le seḧra mela nemirdaye
gurgeşîn ba kerî bixiwardaye
şêrî diřřende wek le bêşe nema
gurg û mam řêwî dêne řeqis û sema
min le ẍemxiwarî em qisane dekem
werne peşme lelam hemû ’alem
em qisey êste ’eybî lê degirin
ew demeş dê ke êwe boy demirin
em be ew, ew be em dełê kake
seyrî qanûnî ḧacîPen name çend çake!
her çilonê îşaretî fermû
wek keramet hemûy weha derçû