xusrew û keyqubad û eskender

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 2 minutes  1042 views
xusrew û keyqubad û eskender
wekû kîsra û kawis û qeyser
hemû tê çûn û pakî fewtawe
ne sîlaḧ û ne sikkeyan mawe
waqî’en waye wek beyanim kird
her kesê za be na’îlacî mird
merg û jîn mîslî sêber û tawe
ewî baqî bimênê her nawe
çunke herçî le darî dunyaye
ewwełî awe, axîrî baye
sed şehenşah û padşa mirdin
seyrî ke kurdî ême her kurdin
mîllete baqî, mabeqî fanî
her le cafî heta be goranî
ḧesretim her eme le dinya da
ḧacîPen name demrê be dewryan naga
ger be dewranyan bigeyyaye
hemû ḧałî debûn çi deryaye
çi be mensûr û gewherî kurdî
çi be nezim û kînayetî wirdî
se’dî eyyamî xoy nebû nanî
wekû min bû geřok û bê xanî
êste xełqî le ḧesretî demirin
beytekanî le zêř û zîw degirin
axîrî řojekîş deyê we’dî
xefetim bo bixon wekû se’dî
qazîy nesir û muftîy nazîm
tê degen ta mudeřîs û ’alîm
bo tesîḧey zubanî kurdane
şî’rekanim delîl û burhane
ye’nî ta mawe şa’îrî ẍeřřa
’arf û ’amî daxî bo naxwa
lakîn ew sa’etey be řeḧmet çû
quř depêwin dełên: çi ḧîkmet bû!
peşme ḧacîPen name were wekû caran
bêrewe ser ḧîkayetî kurdan