xo dezanin sulaleyî ekirad
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
1 Xulek
1452 Dîtin
xo dezanin sulaleyî ekirad
lêrewe bigre ta degate qubadNava taybet
hemû ’alîm, hemû şêx û mîrin
zîrek û jîr û ehlî tedbîrin
wesetî panî pazde řoj řêye
piř le řeşmał û xane û dêye
be dirêjî le qaf ke řaburdin
ta be şîrazNava taybet û îsfehanNava taybet kurdin
şehsewarin, pyadeyan azan
berdî nîşan û kułkî meydan
dan û bexşînan le la bawe
xûnî meydanyan le kin awe
be şeca’et hemû wekû řostemNava taybet
be sexawet hemû wekû ḧatemNava taybet
le wefa simwe’îlNava taybet û îsma’îlNava taybet
’ehd û peymanyan çyay qendîlNava taybet
gurdî şaname pakyan kurde
kafî em safe kafî ew wirde
le şeřa zor def’e qewmawe
řomîyanyan çilon cewab dawe
ḧacîNasnava edebî demrê le dax û haware
kurdî bêçare debne aware