wişke sofî biłê be şêxî teres

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1568 Dîtin
wişke sofî biłê be şêxî teres
ba be serma neyê mîsalî heres!
’eceba şa’îrî nenasîwe
şêr û ’enqa dekate mûr û meges
ker nebî! kam pyawî pê xełeta,
bengirêdan û tabřîn û nefes
ferqî nakes legeł segan nakem
ha be ’eksî bixiwênewe na kes
ḧez dekey tê bigey le bêdînî
bibe derwêşî şêxekan be hewes
her zemanê ke gwêt zirîngawe
pêt dełê: barî xot bibeste ceres
çende pûlê eger bihênî eto
qesirit xoştir ebê le î her kes
bo çî ḧacîNasnava edebî nexwênê wek tûtî
em zubane hezarî xiste qefes