destî min damênî to ey xameyî muşkîn nefes

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1249 Dîtin
destî min damênî to ey xameyî muşkîn nefes
ba binûsîn maceray hîcranî yarî bulhewes
dengî murẍî dił deyê herdem le dawî zulfî ew
wek le tarî ’enkebûta zîřeyî bałî meges
ey xuda çibkem? ecel lem lawe qesdî canîye
diłberîş nardûyetî: can małme neyda be kes!
tûtî hat û îddî’ay şekkerfişanî to bika
heqqî ew dû lêwe girtî hat û kewte nêw qefes
to dezanî xo hetîwît sebir bê ḧacîNasnava edebî nîye
bo çî men’î lê dekey gewwadî bêdîn hey teres!